BRUKSEL - Komek hunermendên Kurd û Kurdîstanî li pêş Parlamentoya Ewropa ya li Brukselê kom bûn û li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin. Koma hunermendan bê navber drûşmeyên ku helwesta Tayyip Erdogan şermezar dikin berz kirin. Hunermendan li pêş Parlamentoya Ewropa bi strana "Herne pêş" piştgirî dan çalakgerên di greva birçîbûnê de.
Komek hunermendên Kurd û Kurdîstanî li pêş Parlamantoya Ewropa ya li Paytexta Bruksel a Belkçîkayê kom bûn û çalakî pêk anîn. Hurmendan bê navber dirûşmeyên ku girêdana xwe ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tîne ziman û polîtîkayên Erdogan şermezar dikin berz kirin. Hunermendan li vir posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Leyla Guven rakirin û bi hevre stran strîn. Hunermendên li pêş Parlamentoya Ewropa kom bûn, bi stranên xwe piştgiriya xwe anîn ziman. Kurdistaniyên din jî tev li çalakiyê bûn û piştgrî dan hunermendan. Beriya çalakiyê Hunermend Seyitxan li vir axivî u wiha got: "Em ji bo piştgiriya çalakiya rojiya mirinê û çalakgerên di greva birçîbunê de li dijî tecrîdê de li ber xwe didin kom bûne. Em ê nêzî 2 saetan li vir piştgiriyê bidin çalakgerên di grevê de." Piştî axaftina Seyitxan, hunermendan bi hevre strana "Herne pêş" û stranên din strîn.