AGIRÎ – Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Panosê li hev kom bûn û xwestin bêyî mirin biqewime divê daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bicih bê.
Parlamenterê HDP’ê yê Agirî Abdullah Koç li ber Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya Agiriyê bi malbatên ji hevdîtina zarokên xwe ya vekirî derketin re kom bû. Parlamenter Koç demek bi malbatan re sohbet kir û li rewşa girtiyan pirsî. Malbatan ji Koç re ragihand ku rewşa zarokên wan nebaş e. Malbatan got beriya mirin pêk were divê daxwaza wan pêk were.
Malbatan xwest li gel Wekîlê HDP’ê Koç li ber hepsê daxuyanî bidin. Cendirmeyan daxuyaniyê asteng kir.
BANG LI WEZARETA DADÊ KIR
Di kêliya Parlamenter Koç diaxivî de balkêş bû ku eskerekî got “Şovê nekin.” Piştî nîqaşê Koç daxuyanî da û got: “Leyla Guven û bi hezaran girtî ji bo tecrîdê rakin di greva birçîbûnê de ne. Ji 30’ê Nîsanê ve 15 girtiyan çalakiya greva birçîbûnê veguherandin çalakiya rojiya mirinê. Bêyî mirin biqewimin em li vir carek din bang li Wezareta Dadê dikin; qanûnên xwe pêk bînin û tecrîdê rakin.”
Malbatan jî banga rakirina tecrîdê dubare kirin û malbatan çalakiya xwe bi tîlîlî û berzkirina dirûşman bi dawî kirin.