MÊRDÎN – Li navçeya Şemrexê, gundî li dijî çêkirina rê ya komên Şîrketa Madenê ya Etî Bakirê ya di nav erdê xwe de derketin. Cendirmeyan mudaxaleyî gundiyan kir û 4 kesan binçav kir.
Li gundê Şemika yê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê komên Şîrketa Madenê ya Etî Bakirê ya girêdayî Cengîz Holdîngê çûn gundê Tezneyê û ketin nav zeviyên çandî yên gundiyan û xwestin di nav zeviyan de rê çêbikin. Gundî li dijî vê koma madenê derketin û şîrketê şermezar kirin. Li ser vê yekê cendirme hatin cihê bûyerê û bi gazê mudaxaleyî gundiyan kirin.
Cendirmeyan di mudaxaleyê de 4 gundiyan binçav kir. Her wiha li gel mudaxaleyê jî gundî sekna xwe ya li herêmê didomînin.