AMED – Danişîna doza rojnameger Durket Suren a bi hêceta rojnameyên derbarê wan de biryara berhevkariyê hebûne belav kiriye tê darizandin hat taloqkirin.
Danişîna rojnameger Durket Suren a derbarê wê de bi îdayên “Bi zanebûn û li ser daxwaza xwe alîkarî daye rêxistinê” û “Propaganga rêxistinê kiriye” doz vebû li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Suren û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn.
Durket tewanbariya li ser xwe qebûl nekir û xwest bê beratkirin. Parêzerên Suren, Pîrozhan Karalî got miwekîla wê parvekirinên medya civakî ne yên wê ne û Resûl Tamûr jî diyar kir ku rojnameyên belav kiriye ne qedexekirî bûne. Her du parêzeran jî xwestin miwekîla wan bê beratkirin.
Heyeta dadgehê biryara bendamyîna ji bo lêkolîna rapora MASAK û dîjîtal da û danişînê taloqî 2’yê cotmehê kir.