ENQERE - Dozgeran der barê Hevserokê Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Sezaî Temellî jî di navde der barê 9 wekilen HDP'ê de 13 fezleke amade kirin û şandin meclîsê.
Serdozgeriyê der barê Hevserokên Giştî yên HDP’ê jî di navde ji bo 9 wekîlan 13 fezleke amade kirin û şandin meclîsê. Kesên ku der barê wan de fezleke hatine amadekirin wiha ne: Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temellî, Parlamenterên HDP'ê Nûran Îmîr, Remziye Tosun, Erol Katircioglu, Kemal Pekoz, Musa Farisogullari, Ayşe Surucu û Berdan Ozturk.
Li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî 3 fezleke, der barê Parlamenterên HDP'ê Nuran Îmir û Remziye Tosun de ji bo her yekê 2 fezleke, der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, û parlamenterên HDP'ê Erol Katircioglu, Kemal Pekoz, Musa Farisogullari, Ayşe Surucu û Berdan Ozturk de jî fezlekeyek hatin amadekirin.b