EDENE – Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Edeneyê cezakirina bijîşkên endamên TTB’ê şermezar kirin û gotin: “Em cezakirina bijîşkan qebûl nakin.”
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê ku ji Odeya Bijîşkan a Edeneyê, KESK, DÎSK, TMMOB, Odeya Beytaran a Edeneyê û Baroya Edeneyê pêk tên li dijî cezakirina bijîşkên endamên TTB’ê civîn çapemeniyê li dar xistin û cezakirinê şermezar kirin. Civîn li Odeya Bijîşkan a Edeneyê pêk hat û Serokê Odeyê Prof. Dr. Ahmet Hîlal axivî û got: “Ji ber ku hevalên me gotin ‘Şer pirsgirêka tenduristiya gelekî ye hatin cezakirin. Em ê vî cezakirinê qebûl nekin. Em hêvîdarin dê di demek kurt ji vê şaşitiyê vegerin. Em li dijî şer in û em naxwazin şer bibe sedema pirsgirêka tenduristiya însanan.”