KOCAELÎ – Çalakiya nobetê ya dayikên zarokên wan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne li ber Girtîgeha Jinan a Gebzeyê li dar dixin mehek li pey xwe hişt.
Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û bi hezaran girtî bi mehane li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Di encama çalakiya grevên birçîbûnê de parêzerên Ocalan piştî 8 salan çûn li Îmraliyê hevdîtin pêk anîn. Ji ber daxwaza girtiyan nayê qebûlkirin û dawî li tecrîdê nayê anîn, ji hezaran girtî girtî 15 girtî di 30’ê Nîsanê de dest çalakiya greva birçîbûnê veguherandin çalakiya rojiya mirinê û ev çalakî didome.
DAYIK LI SER PÊYA NE
Malbat ango dayikên girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne bi mehan e ji bo zarokên xwe li ser pêya ne. Dayikên girtiyan li Gebze, Bakirkoy, Esenyurt, Amed, Êlih, Îzmîr, Dîlok, Riha, Şirnex, Wan, Sêrt, Mêrdîn û li gellek deveran di nava çalakiyan de ne.
Tevî hemû şidet, zext, îşkence û astengiyên li dijî dayikan jî çalakiyên xwe li ber girtîgehan û kolanan didomînin û laçikên wan spî bûn sembola çalakiyan.
ÇALAKIYA DAYIKAN MEHEK LI PEY XWE HIŞT
Dayik û xizmên girtiyan ewil li ber Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ji bo piştevaniya zarokên xwe dest bi çalakiya nobetê ango rûniştinê kirin. Dayik ji bo dengê xwe ragihînin her roj diçin ber Girtîgeha Gebzeyê û bi dehan car şidet, zext li wan hat kirin û hatin binçavkirin. Tevî vê yekê jî dayikan kêliyek gav paşve neavêt û çalakiya dayikan a li Gebzeyê mehek li pey xwe hişt.
Mehek e dayik bêwestan çalakiya xwe didomînin û îro carek din dayik çûn ber Girtîgeha Gebzeyê û xwestin daxwaza zarokên wan bê qebûlkirin û dawî li tecrîda Îmraliyê bê anîn.