Heyeta Şopandinê rapora çalakgerên grevê ji Wezareta Dadê re şand

img

ENQERE - Bi hezaran girtiyên siyasî li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi mehan e di grava birçîbûnê de ne. Heyeta Şopandina girtîgehan der barê girtiyên di greva birçîbûnê de rapor amade kirin û ji Wezareta Dadê re şandin. Heyeta çavdêriyê, bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyan û şertên girtîgehê û xwest demek berî demekê daxwazên girtiyan li ber çavan bigirin û pêşwazî bikin. 

 
Li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê ya hezaran girtiyên siyasî û rojiya mirinê ya 15 girtiyan berdewam dike. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 182 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide. 
Heyeta Şopandinê ya ji Nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV), Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD) pêk tê, rapora der barê rewşa girtiyên di grevê de bi ser navê “Rapora nirxandin û tespitê ya der barê greva birçîbûnê ya li Girtîgehên Tirkiye de berdewam dike" pêşkêşî Wezareta Dadê kirin. 
 
LI DORA 3 HEZAR GIRTÎ DI GREVÊ DE NE
 
Heyetê di raporê de diyar kir ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi armanca tecrîd bi dawî bibe di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçîbûnê kir û 182 rojin di greva birçîbûnê de ye û wiha got: "Me wekî heyeta şopandinê tespît kir ku li 92  girtîgehên Tirkiye li dora 3 hezar girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Çalakiya parlamenteran 2 meh li pey xwe hişt. 
Siyasetmedarên girtî Sebahat Tuncel û Selma Irmak di 15'ê Çile de ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya xwe berdewam dikin. Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag di 3'ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarısaç di 8'ê Adarê de dest bi grevê kirin û zêdeyî 2 mehin çalakiya xwe berdewam dikin. 8 kesan li dijî tecrîdê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20'ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17'ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dan. Siraç Yuksek jî di 2'yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye û Mahsum Pamay jî di 5'ê Nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan." 
 
DIVÊ HEYETÊN SERBIXWE BIÇIN GIRTÎGEHAN 
 
Heyetê di rapora xwe de xwest heyetên hekîman ên serbixwe biçin girtîgehan û li ser rewşa çalakgerên di grevê de lêkolîn bikin. Heyetê dîsa xwest îktîdara siyasî vê çalakî û daxwazên çalakgeran bibîne û daxwazên wan pêk bîne. Heyetê anî ziman ku tecrid li dijî zagonên Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî ye û xwest demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Hetê da zanîn ku gelek girtiyên di çalakiyê de di milê tenduristiyê de pirsgirêkên wan hene û gelekan ji wan pir kîlo dane. di dev û qirikên wan de birîn çêdibin. Bêhalî û bê xewî li wan pêş ketiye. Dîsa çavê wan zêde nabîne û deng bandorê li ser wan dike. Gêş dibin hişê wan ji serê wan diçin û bêhal dibin. 
 
ROJNAMEYA YENÎ YAŞAM NADIN WAN
 
Heyetê bal kişand ser mafên girtiyan ê ragihandinê û destîşan kir ku rayedarên girtîgehê Rojnameya Yeni Yaşam ê nadin girtiyan. Li Girtîgeha Jinan a Sincanê ava qirêj diherike. Li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê ji 13 girtî li cihê 8 kesan dijîn. 
 
LI 8 GIRTÎGEHAN KARBONAT NADIN GIRTIYAN  
 
Di raporê de hat diyarkirin ku li girtîgehên Tîpa T a Karabukê, Tîpa T a Tokatê, Jimara 2’an a Tîpa F a Buca Kiriklarê, Tîpa L a Kepsutê, Jimara 1’an a Tîpa F a Tekîrdagê, Tîpa E ya Gîresûnê, Jimara 2’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê, Tîpa D a Aemdê karbonatê nadin girtiyên di greva birçîbûnê de ne. 
 
TESPÎTÊN HEYETA ŞOPANDINÊ 
 
Di raporê de têkildarî girtiyên di greva birçîbûnê de cih dide van tespîtan: “Li gellek girtîgehan di çavdêriya bijîşkan de greva birçîbûnê nayê kirin. Hin bijîşk li gorî pîşeya xwe tevnagerin. Pîvan û tahlîlê ji bo tenduristiyê birêkûpêk nayên kirin. Li girtiyan ferz dikin ku biçin revîrê kontrola tenduristiyê bibînin. 
 
GIRTÎ ZEÎF DIBIN 
 
Dema rewşa krîtîk a girtiyan li ber çava tê girtin, zindewariya ango enerjiya laşe girtiyan şikestiye. Girtî refleks nîşan didin û naxwazin biçin. Dixwazin kontrola tenduristiya wan li qawîş ango odeyan pêk were. Li gellek girtîgehan refakatvan nîne û girtî nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin. Ji ber rewşa nebaş a girtîgehê girtiyan gellek zeîf bûne. Tenê kontrola tansiyon û kîloyên girtiyan tê şopandin. Li gellek girtîgehan tehlîla xwîne û pîvana germbûna laş nayê kirin. 
 
VÎTAMÎNA B1 BI AWAYEK TÊR NADIN 
 
Divê rojane rewşa tenduristiya girtiyan bê şopandin. Li gellek girtîgehan piştî demên dirêj kontrol tên kirin. Dawiya hefteyê ji ber karmend naxebitin kontrolên rûtîn jî nayên kirin. Bi awayek têr vîtamîna B1 nadin girtiyan. 
 
DEST DATÎNIN SER NAMEYAN Û ZEXTAN DIKIN 
 
Girtî ji bo rewşa xwe name û faksan dişînin saziyan. Lê dest datînin ser nameyan. Nahêlin sazî û dezgeh bên agahdarkirin. Derbarê girtiyên ketine greva birçîbûnê lêpirsînên dîsîplînê hatine destpêkirin. Hin cezayên dîsîplînê dane girtiyan. Sepandina cezayê dîsîplînê dane girtiyên neketine greva birçîbûnê û tenê destek dane jî. Midûr û xebatkarên girtîgehan zextan li girtiyan dikin. Divê ku rêgeza tiba pêwîst a lênihêrînê pişt guh nekin û li gorî van rêgezan tevbigerin. 
 
LI KIJAN GIRTÎGEHAN, ÇEND GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DENE?
 
*Girtîgeha Tîpa T a Dînar Afyon: 4 girtî
*Girtîgeha Tîpa E ya Afyonkarahîsar: 3 girtî 
*Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar: 17 girtî
*Girtîgeha Tîpa L a Jinan a Alanya: 21 girtî
*Girtîgeha Tîpa E ya Amasya: 3 girtî
*Girtîgeha Tîpa L a Antalya: 43 girtî 
*Girtîgeha Tîpa T a Bafra: 49 girtî
*Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê: 29 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Bandirma: 69 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a  Hejmara 2 a Bandirma: 66 girtî
*Girtîgeha Tîpa M a Êlihê: 40 girtî
*Girtîgeha Tîpa M a Baybûrt: 9 girtî
*Girtîgeha Tîpa F a  Bolû: 93 girtî
*Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklar Bûca: 12 girtî
*Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Kiriklar Bûca: 10 girtî
*Girtîgeha Tîpa D a Bûrhaniye: 2 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniye: 13 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniye: 16 girtî
*Girtîgeha Tîpa H a Bûrsa: 15 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bunyan: 64 girtî
*Girtîgeha Jinan a Sergirtî Bunyan: 28 girtî
*Girtîgeha Tîpa M a Ceyhan: 8 girtî
*Girtîgeha Tîpa E ya Çankiri: 4 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Denîzlî: 10 girtî
*Girtîgeha Hejmar 1 a Amedê: 35 girtî
*Girtîgeha Tîpa D a Amedê: 173 girtî
*Girtîgeha Tîpa D a Amedê: 13 girtî 
*Girtîgeha Tîpa T a Duzce:  12 girtî
*Girtîgeha Tîpa F a Edîrne: 24 girtî
*Girtîgeha Ewlekariya Bilind Hejmara 1 a Xarpêtê: 57 girtî
*Girtîgeha Ewlekariya Bilind Hejmara 2 a Xarpêtê: 74 girtî
*Girtîgeha Jinan a Xarpêtê: 3 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Ereglî: 2 girtî  
*Girtîgeha Tîpa T a Erziromê: 1 girtî
*Girtîgehe Tîpa H a Eskîşehîrê: 3 girtî
*Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê: 3 girtî
*Girtîgeha Jina a Gebze: 31 girtî
*Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Giresûnê: 15 girtî
*Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhane: 5 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Turkoglû Mereşê: 7 girtî
*Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere: 9 girtî
*Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandira: 44 girtî
*Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Kandira: 24 girtî
*Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Kandira: 5
*Girtîgeha Tîpa T a Karbuk: 30 girtî
*Girtîgeha Tîpa L a Kepsût: 4 girtî
*Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale: 46 girtî
*Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler: 20 girtî
*Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê: 15 girtî 
*Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1 a Maltepe: 7 girtî
*Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 2 a Maltepe: 16 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Manîsa: 5 girtî
*Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê: 131 girtî
*Girtîgeha Tîpa R a Menemen: 1 girtî 
*Girtîgeha Tîpa T a Menemen: 6 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Oltû: 8 girtî
*Girtîgeha Tîpa E a Ordû: 21 girtî
*Girtigeha Tîpa T a Hejmara 1û 2 ya Osmaniye: 32 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Odemîş: 27 girtî
*Girtîgeha Tîpa L a Patnos: 163 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Seydîşehîr: 2 girtî 
*Girtîgeha Sêrtê: 9 girtî
*Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 5 a Sîlîvrî: 186 girtî
*Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 9 a Sîlîvrî: 9 girtî
*Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê: 27 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Sîwereg: 25 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Şakran: 5 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakran: 55 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Şakran: 43 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 4 a Şakran: 43 girtî
*Girtîgeha Jinan a Şakranê : 30 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Şirnesê: 14 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tarsûsê: 73 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Tarsûsê: 23 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Tarsûsê: 24 girtî
*Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tarsûsê: 20 girtî
*Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Tekîrdagê: 55 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Tekîrdagê: 21 girtî
*Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê: 55 girtî
*Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê: 16 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Tokat: 16 girtî
*Girtîgeha Tîpa M a Trabzon: 2 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 Riha: 85 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Riha: 99 girtî
*Girtîgeha Tîpa E ya Umraniye: 6 girtî
*Girtîgeha Tîpa F a Wanê: 67 girtî
*Girtîgeha Tîpa T a Wanê: 194 girtî
*Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê: 148 girtî
*Girtîgeha Tîpa M a Vezîrkopru: 3 girtî
*Girtîgeha Tîpa E ya Yozgat: 4 girtî
 
 
MA / Dîren Yurtsever
 
 
 
 
 

Sernavên din

09/05/2019
09:41 Welatiyên gundê wan tê valakirin: Etî Bakir terorê pêk tîne
09:39 Berxwedana Leyla Guven di roja 183'yan de dewam dike
09:27 'X-Ray, bi awayekî filî pêkanîneke qeyûma ye'
09:26 Bertek nîşanî Waliyê Dersimê dan: Hûn nikarin nirxên me yên pîroz bieciqînin
09:25 Êdî çavê nivîskarê di greva birçîbûnê de nabîne
09:25 Gulsum Kav: Tiştên divê dozger bikin malbat dikin
09:24 Bi 4 zimanan dîroka Pira Malabadê vedibêje
09:23 Dayikan bang kir: Gavan bavêjin
09:23 Şaredariya Rihayê ne xera dike ne jî dihêle mirov saz bikin
09:22 Kaboglû: Tecrîd nayê qebûlkirin
09:21 'Wekî findekê dihelin'
09:20 ‘Hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re ne ji bo bidawîbûna tecrîdê ye'
09:18 'Hikûmet li şûna aloziyê divê gavên bi bawerî bavêje'
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2019'AN
08/05/2019
20:19 Mizrakli: Pêdivî ne bi amûra X-Ray bi aqlê selîm heye
19:31 Li girtîgehan koma duyem dest bi rojiya mirinê dike
17:32 Polîs dixwazin bi darê zorê amûra X-Rayê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi cih bikin
16:11 Kaplan ê di rojiya mirinê de ye: Heta tecrîd rabe em ê li ber xwe bidin
15:57 Cerdevan hevjîn û kurê xwe kuşt
15:41 HDP'ê der barê grevên birçîbûnê de hikumet hişyar kir: Sibe pir dereng e
15:25 Meheke polîs li Gebzeyê malbatan asteng dikin
15:13 Humermendên Kurd li pêş Parlamentoya Ewropa piştgirî dan çalakgerên grevê
15:12 Balyozxaneya Swêdê Şaredariya Amedê ziyaret kir
14:57 Jinên li Wêranşar û Îzmîrê hatibûn binçvkirin, hatin berdan
14:50 Dayikên girtiyan: Bi lez tecrîdê rakin
14:48 Li ber Girtîgeha Panosê bang kirin: Daxwaza girtiyan pêk bînin
14:47 Cendirmeyan êrîşî gundiyên li dijî Etî Bakirê kir
14:12 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
13:37 Danişîna rojnameger Durket Suren hat dîtin
13:26 Ji Şaredariya Cizîrê û Walîtiya Şirnexê daxuyaniya ‘X-ray’
13:26 Der barê 9 HDP’iyan de 13 fezleke şandin meclîsê
13:10 Dayik li cihê lê hatin astengkirin çalakiya rûniştin li dar xistin
13:04 Mornîng Star ji bo 'Kîbriye Evren' dest bi kampanyeya azadiyê kir
13:03 49 baro li dijî biryara YSK’ê derketin
12:16 Di doza Berkîn Elvan de rapora keşfê ne hat
12:15 Adolfo Perez Esquivel li dijî tecrîdê name ji CPT re şandin
11:45 HDK: YSK bûye amûra darbeyê ya îktîdarê
11:38 Cezakirina bijîşkan şermezar kirin
11:37 Cezayê çawîşê ku Pakîze Hazar kuşt kêm kirin
11:28 Dadgehê danişîna rojnamegeran taloq kir
11:27 Meheke ji bo zarokên xwe li ser pêya ne
11:15 Amîrê DAIŞ'ê Îlyas Aydin pêvajoya têkçûna DAIŞ'ê vegot
11:04 Hunermendên piştgirî dan Îmamaglû morh kirin!
10:11 Li pêş şaredariyên HDP'ê cîhazên X-Ray bi cih kirin
09:56 Heyeta Şopandinê rapora çalakgerên grevê ji Wezareta Dadê re şand
09:08 Parêzerê Doza Panzêrê: Divê wek roja ewil xwedî li dozê bê derketin
09:07 ‘Lutfiye Xanim ji qaseya şaredariyê bi 300 hezar TL xwarin xwariye'
09:06 Çaygera şaredariyê ku qeyûm ew ji kar avêt bû hevşaredar
09:05 Mizrakli: Biryara der barê Stenbolê de darbe ye
09:05 Birayê xwe kir cîgirê xwe
09:04 Rismê ku xêz kir ji Leyla Guven re şand
09:04 'Bereketa meha Remezanê jî nemaye'
09:04 Girtiyê nexweş ê 69 roj in di grevê de ye xwîn ji devê wî tê
09:00 Berxwedana Leyla Guven di roja 182'yan de dewam dike
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2019'AN
08:43 Malbata Alî Ete 9 meh şûnde gihişt cenaze
08:15 Li dijî tecrîdê laçikên spî bi daran ve girêdan
07/05/2019
21:45 'Ji bo ev pêvajoya tarî bi dawî bibe, divê tecrîdê bê rakirin'
21:34 Malbatên hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:09 Egitîm Sen'ê encama 11'emîn pêşbirga Çîrokan a Abdullah Dûran aşkere kir
18:05 Nobeta 'Deng bide jiyanê' di roja 4’an de li ÎHD'ê didome
Adar: Teqez em ê bi ser bikevin
17:53 Dadgehê 10 meh ceza li Rojnameger Pişkin birî
16:44 Dayikên girtiyan serdana DBP’ê kirin
16:40 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê bertek betalkirina hilbijartina Stenbolê dan
16:22 Malbatên girtiyan: Em ê her roj li Parka Koşuyolu bin
15:59 Eskeran Hevşaredarê berê yê Îdirê Yîkît binçav kirin
15:39 Ahmet Turk: Peyama ferzkirina aştiyê hat dayîn
15:37 Wekîlên di grevê de: Divê îktîdar aşkere û misoger bike ku tecrîd bi tevahî rakiriye
15:22 Maşînê li keriyê pez qeliband: 6 kes birîndar bûn 50 mih mirar bûn
15:11 Bijîşkan li Stenbol û Rihayê cezakirina bijîşkan şermezar kir
14:46 Dayik li ber girtîgehan dengê xwe bilind kirin
14:17 Temellî xwest hevdîtinên li gel Ocalan bidomin
14:15 Şaredariya Sûrê: AKP ji mexdûriyeta 146 kesan berpirsyar e
14:11 Akademisyen Ustel beriya têkeve girtîgehê: Em ê gotinên xwe bilind bikin
13:33 Biryara dadgehê ya ku pêşiya hevdîtina li Îmraliyê vekir
13:03 Baroya Amedê: Em ê destûr nedin tunekirina qadên şîn
12:38 Wezareta Karên Hundir, polîs li ber şaredariya HDP’ê danî
12:35 Rojnameger Kîbriye Evren nehat berdan
12:09 Emîrê DAIŞ’ê Îlyas Aydin, Pirsûs, Enqere, Cerablûs û şewitandina 2 eskerên tirk vegot
12:08 Hilbijêrên KHK’î wê serî li AYM'ê bidin
12:04 Baroya Edene: Biryara YSK'ê darbeya li dijî demokrasiyê ye
11:29 Ergîn Akhan ê di rojiya mirinê de: Em bi biryarin, emê tecrîdê bişkînin
11:09 Prof. Dr. Sîbel Perçîner: Heta tecrîd ranebe tu kes nikarin nefes bistînin
10:41 Rojnameger Turay ê di greva birçîbûnê de: Em wek roja ewil bi biryardarî dewam bikin
10:28 Li Gebarê leşkerekî din jî jiyana xwe ji dest da
10:23 CHP: Rêya nehesibandina vîna gel vebû
10:23 Festîvala 7’emîn a Belgefîlma FîlmAmed sibê dest pê dike
10:09 Leyla Guven 181 rojin di greva birçîbûne de ye
09:27 Înîsiyatifa Deng bide Leylayê, peyam û çîrokên girtiyên di grevê de weşandin
09:08 Baroya Îzmire li dijî biryara YSK'ê 'Nobeta demokrasiyê' da destpekirin
09:07 ‘Her ku roja dayikan nêz dibe dilşikestî dibim'
09:07 Malbata xaniyê wan li ber lehiyê çû li benda alîkariyê ye
09:07 Çîroka Gaye Yûrttaş a ji Dersimê wêneyê Tirkiyeyê bi her awayî dide der
09:06 Berxwedana karkerên SÎBAŞ'ê ya li dijî kedxwariyê didome
09:06 Hevjîna Ateş ê di greva birçîbûnê de: Tenê ne dayik divê ker kes têbikoşe
09:05 Girtiyê 101 roj in di greva birçîbûnê de: Heta em bi ser nekevin wê çalakiya me bidome
09:05 Girtiyê ji ber protestokirina Komkujiya Roboskiyê 18 sal ceza lê hat birîn 137 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:05 Koma ewil a şanoya xweser a Rojava: Teatra Sarya Baran
09:04 Dayika ku kurê wê 26 sal in girtiye: Gava em dest bidin destê hevdu em ê karibin rê li ber mirinê bigirin
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2019'AN