ŞIRNEX - Polîsê ku li Silopiyayê b panzêrê du zarok kuştin vegeriya ser karê xwe. Parêzerê Doza Panzêrê Rojhat Dîlsîz, diyar kir dibe cezayekî hindik li polîsê sûcdar bê birîn û bang li saziyên civaka sivîl, baro û parzvanên mafên mirovan kir ku hîn bêtir xwedî li vê dozê derkevin.
Di 3'yê Gulana 2017'an de li Silopiyaya Şirnexê panzêr ket malekê û Muhammed (7) û Fûrkan Yildirim (6) kuştin. Ji ber vê doz ajokarê panzêrê Omer Yegît û amîrê wî Mûrat Maden hatibû vekirin. Danişîna 8'an çend roj berê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Cizîrê pêk hat.
Ajokarê panzêrê polîs Omer Yegît ji nû ve vegeriya ser karê xwe.
'DIBE CEZAYEKÎ HINDIK LI KIRYARAN BÊ BIRÎN'
Parêzer Rojhat Dîlsîz, diyar kir ku heta niha daxwaza wan a ji bo darizandina kiryarên sereke nehatiye qebûlkirin. Dîlsîz, bilêv kir ku polîsê bersûc Yegît di danişîaan ewil de hatiye berdan û niha gumanek li wan peyda bûye ku dibe kiryar bi cezayekî hindik bên cezakirin. Dîlsîz, bal kişand ser raporên der barê polîsan û panzêrê de û got: "Di raporê de hatiye diyarkirin ku berpirsiyarê sereke panzêr e. Berê jî li herêmê gelek zarok di bin panzêran de man û jiyana xwe ji dest dan. Di doza Nîhat Kazanhan de, her çend dîmen û delîl hebûn jî cezayekî hindik li polîsan hatiye birîn. A rast wisa xuyaye wê di vê dosyeyê de jî heman tişt rû bide."
Dîlsîz, diyar kir ku di "sûcên" li hemberî dewletê de reflekeseke cidî heye, lê belê wexta kiryar peywirdarê cemaweriyê bin polîtîkaya bêcezatiyê dikeve dewrê û got: "Ev pirsgirêkeke cidî ye. Fikra 'jixwe em ê neyên cezakirin' li hêzên dewletê peyda dibe. Ev bêperwatî ji ber vê ye. Ev yek ji berê de wisa ye. Ji ber bi awaykî cidî nayênd arizandin, ji ber nayên girtin û ji ber cezayê wan tê kêmkirin wis atev digerin. Piştî bûyeran cezayê dîsîplînê li hin polîsan tê birîn, lê belê ev kes di îdianameyê de cih nagirin. Rewşeke parastinî heye."
XWEDÎDERKETINA LI DOZÊ
Dîlsîz, destnîşan kir ku ji ber dosyeya birayên Yildirim dosyeyeke pîlot e û sazî û dezgehên ku baş xwedî li dozê derneketine rexne kir. Dîlsîz, got: "Ev doz wijdanê raya giştî enrihet dike. Di danişîan ewil de xwedîderketineke baş hebû. Di dosyeyên wisa de ji bo kiryar derkevin holê divê saziyên civaka sivîl, baro, parêz û parêzvanên mafên mirovan xwedî lê derkevin. Lê mixabin piştî danişîna ewil xwedîderketinek baş çênebû. Ev pirsgirêk, pirsgirêkeke me ya giştî ye. Eger xwedîderketinek baş çêbibe wê encam bigire. Wê ev rewş rê li ber rewşên bi vî rengî jî bigire."
MA / Gokhan Altay