AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cûmalî Atîlla, şîrketa şaredariyê xist bin 8 milyon û 766 hezar lîre deyn. Her wiha deynê qeyûm û hevjîna wî yên xwarinê jî tenê di 3 mehan de nêzî 300 hezar lîreyî ye.
Qeyûm Cûmalî Atîlla ku di 1'ê Mijdara 2016'an de tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû kirin, heta qirikê şaredarî xistiye bin deynan.
Yek ji şîrketên şaredariyê MED tim qezenc dikir, lê belê qeyûm şîrket di bin deynan de hiştiye. Heqê xwarina qeyûm û hevjîna wî Lutfiye Atîlla jî ji qasa şîrketê hatiye dayîn. Niha deynê Şîrketa Anonîm MED'ê 8 milyon û 766 hezar û 27 lîre ye. Her wiha Kafeya Dîcle Vadîsî û Gazî Koşkê jî diviya qezenc bikirana lê belê di bin deynan de hatine hiştin.
Hevjîna Atîlla, di 7'ê Nîsana 2018'an de Eyvan Gecesi li dar xistiye û ji bo vê ji qasa şaredariyê hezar û 788 lîre pere xerc kiriye. Her wiha hevjîna wî di 3 mehên ewil ên sala 2019'an de ji qaseya şaredariyê hezar û 616 porsiyon xwarin xwariye û ji bo vê 41 hezar û 905 lîre pere hatiye dayîn.
Handan Eker ku xizma Parlementerê AKP'ê yê Amedê Mehdî Eker e, wî danîn ser Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan, di 27'ê Mijdara 2018'an de ji qaseya şaredariyê tenê ji bo carekê hezar û 400 lîre heqê xwarinê daye.
DI 3 MEHAN DE BI 255 HEZAR LÎREYÎ XWARIN XWARIYE
Qeyûm Atîlla, di meha Çileyê ya 2019'an de 59 hezar, di meha SIbatê de 80 hezar û 427 lîre û di meha Adarê de jî 105 hezar lîre pere ji qaseya şaredariyê daye heqê xwarinê. Her wiha ji 6'ê Nîsanê heta 12'ê Nîsanê jî 11 hezar heqê xwarinê daye. Di 8'ê Çileyê de ji bo namzetên AKP'ê 7 hezar û 500 lîre heqê xwarinê û di 22'yê Sibatê de jî ji bo buroya hilbijartinê ya AKP'ê ji bo 300 kesî bi 4 hezar û 500 lîreyî heqê xwarinê ji kasaya şaredariyê hatiye dayîn.
MA / Ozgur Paksoy