ŞIRNEX – Zahîde Erk ku çaygera Şaredariya Bajaroka Gundikê Melê bû û ji aliyê qeyûm ve ji kar hatibû derxistin, di 31'ê Adarê de bû hevşaredara bajarokê.
Hevşaredarên Bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê Zahîde Erk û Şîhmûs Sîdar, dest bi xebatan kirin. Hevşaredar Sîdar (33) destnîşan kir ku wan şaredarî ji rveberiya qeyûm dewr girtiye û ji bo mexdûriyeta gel ji holê bê rakirin bênavber dixebitin. Sîdar, bilêv kir ku îsal ji ber barana zêde rê pir xera bûne û niha ew rêyênx era bûne çêdikirin û ji bo pirgirêka avê bê helkirin ew dixebitin. Sîdar destnîşan kir ku ew daxwazên gel esas digirin û soz didin ku ew ê tevî gel bixebitin û got: "Em ê bêyî gel tiştekî jî nekin."
QEYÛM JI KAR AVÊTIBÛ, BÛ HEVŞAREDAR
Hevşaredar Zahîde Erk a 25 salî diyar kir ku di sala 2016'an de ew çaygera şaredariyê bû lê belê qeyûm ew ji kar avêtibû û niha jî bûye hevşaredar û got: "Em hewl didin jinan daxilî qadênx ebatê bikin. Di dema hilbijartinê wek jin tenê hez hebûm. Jinan tim dipirsî, min jî digot 'hêdî hêdî em ê zêde bibin.'"
Erk, got: "Serdema borî hin kes hevşaredara me ya jin nedixwestin. Ji bo ew tiştên hatin serê hevalên me yên jin neyên kirin bûm namzet. Ji niha û pê ve em ê jinan bêtir daxilî nav xebatan bikin. Armanca min ew e ku feraseta heyî biguherînim."
Erk, anî ziman ku li bajarokê gelek kesên nehatine tayînkirin hene û niha ew pêwendiyê bi wan re datîne û ew ê bi hev re li dijî pergala heyî bitêkoşin. Erk, got: "Me pirsgirêkên xwe nîqaş kirin û em ê bi hev re hel bikin. Wexta jin bixwazin dikarin her tiştî bikin. Tenê divê bi xwe bawer bin."
MA / Berivan Altan