AMED - Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli bal kişand ser biryara YSK'ê ya ji bo hilbijartina li Stenbolê û got: "Darbeya li dijî vîna gel e."
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) a de rbarê betalkirina hilbijartina li Stenbolê nirxand.
‘DARBE YE'
Mizrakli, bal kişand ser biryarên YSK'ê yên di dema hilbijartina herêmî de û got: "Peywira YSK'ê ew e ku bi edaletî nêzî hilbijartinan bibe. Lê belê biryara ku girtiye, di warê demokratşk de li hemberî vîna gel darbe ye. Ev yek dibe sedema pirsnîşanan ku dê ji niha û pê ve hilbijartinê Tirkiyeyê di çarçoveyeke hiqûqî de bên kirin an na."
‘ÎPOTEKA PIŞTÎ 7'Ê HEZÎRANÊ'
Mizrakli, bilêv kir ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an vîna gel hatiye îpoetkirin û got: "Encamên di referandûmê de derketin holê, di raya giştî de bûn cihê şik û gumanên mezin. Rewşa niha careke din nîşan da ku ew şik û guman çi qas mafdar bûne. Niha Tirkiye di arîfeya biryareke pir girîng de ye. Biryara der barê Stenbolê de neyniya siberojê ye."
Mizrakli, destnîşan kir ku divê derodorên demokrasîxwaze baş bifikirin û îtiraz bikin.