AMED – Piştî mazbataya Zeyat Ceylan ê HDP'î hat betalkirin YSK'ê mazbata dabû Huseyîn Beyoglû yê AKP'î. Beyoglû, birayê xwe Haşîm Mertoglû kir cîgirê serokê Şaredariya Rezanê.
Di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP'ê 71 ji sedî deng girtin û Şaredariya Rezan a Amedê bi dest xist. Lê belê YSK'ê ji ber namzetê HDP'ê Zeyyat Ceylan bi KHK'ê hatibû îxrackirin mazbata nedayê û ji dêvla wî da namzetê AKP'î Huseyîn beyoglû. Piştî Beyoglû mazbata girt, ewilî birayê xwe Haşîm Mertoglû kir cîgirê Serokê Şaredariya Rezanê. Hat hînbûn ku Mertoglû, ji mamostetiyê îstifa kiriye û yek ji hevkarên Metebûm Okûllari ye. Lê belê hat ragihandin ku piştî YSK'ê mazbata daye Beyoglû, Meroglû jî ji bo dîsa bibe mamsote serî li Wezareta Perwerdehiyê ya Netewî daye û bêyî li benda encama serlêdanê bisekine, bi fermana Beyoglû tayînî şaredariyê hat kirin. Hat diyarkirin ku di nav hefteyekê de serlêdana Mertoglû hatiye qebûlkirin û dest bi kar kiriye.
Hevşaredara Şaredariya Rezanê Zubeyde Zumrut, diyar kir ku ya Beyoglû kiriye derî Desteya Etîkê ya Peywirdarên Cemaweriyê ye. Zumrut, destnîşan kir ku Beyoglû bi awayekî nelirê bûye şaredar û got: "Beyoglû, bi awayekî nelirê hat û niha jî birayê xwe bi awayekş nelirê kiriye alîgirê xwe."
'DIXWAZIN BIKIN ŞÎRKETEKE MALBATÎ'
Zumrut, destnîşan kir ku şaredarî ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin û got: "Hatina Beyoglû, ji qeyûm wêdetir e. Qeyûmê YSK'ê ye. Beyoglû, şaredarîvaniyeke talankeriyî dike." Zumrut, diyar kir ku baweriya Beyoglû bi 7 endamên meclîsê yên AKP'î yên hatine hilbijartin jî nayê û got: "Çawa hat birayê xwe kir cîgir. 7 endamên emclîsê yên AKP'î ku hatine hilbijartin hene, lê baweriya wî bi wan nayê. Dixwaze ew û birayên xwe şaredariyê bi rê ve bibin. Dixwazin şaredariyê bikin şîreketeke malbatî."
Zumrut, bilêv kir ku ew ê nelirêtiyên hatine kirin yeko yeko ji gel re vebêjin. Zumurut, destnîşan kir ku Mertoglû bi wesayîtên zirxî hatiye şaredariyê û niha ji bo xwe şêwirmendek jî girtiye û got: "Divê desteya etîkê demildest mudaxile bike." Zumrut, anî ziman ku ya ku Beyoglû dike sûc e û divê AKP mudaxileyî vê yekê bike.
'EM Ê BI RAYA GIŞTÎ RE PARVE BIKIN'
Zumrut, anî ziman ku di dema qeyûm de "karmendên bankanmatîkê" hatine çêkirin û a niha tişta ku Beyoglû dike jî heman tişt e. Zumrut, bilêv kir ku sedema ku Beyoglû birayê xwe kiriye cîgir ew e ku ser talana tê kirin binixumîne.
Zumrut, diyar kir ku der barê mijarê de Koma HDP'ê jî dixebite û ew ê daneyên berhev kirine bi raya giştî re parve bikin.
MA / Mehmet Şah Oruç