MÊRDÎN – Malbata Alî Ete (Zagros Bahoz) yê di 6'ê Tebaxa 2018’an de di êrîşa hewayî de li Dersîmê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê Ete 9 meh şûnde li Navçeya Artuklu ya Mêrdîn di bin dorpêça polîsan de bi tilîliyan defin kirin.
Malbata Alî Ete (Zagros Bahoz) ê HPG'î ku 9 meh berê di 6'ê Tebaxa 2018’an de li Dersîmê ligel 6 hevalê xwe di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, di bin dorpêça polîsan de defin kirin. Malata Ete yê 9 meh in li cenazeyê kurê xwe digerin li navçeya Pilûr a Dersimê wekî cenazeyê HPG’iyekî din dîtin. Piştî cihê definkirinê tespît kirin, çûn navçeya Pilûrê û piştî destûr ji Serdozgeriya Komarê stendin, cenazeyê Ete derxistin û anîn Mêrdînê. Malbatê cenzaeyê Ete di bin dorpêça polîsan de li Taxa Îstasyonê ya Navçeya Artuklu ya Mêrdînê bi telîliyan defin kirin.
Ete di sala 2014'an de li Zanîngeha Harranê xwendibû û tev li PKK'ê bûbû.