MÊRSÎN – HDP û TÛAYDER, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de çalakiyek li dar xistin. Endamê TÛAYDER'ê Orhan Hazar, destnîşan kir ku piştî tecrîdê pêvajoyeke antîdemokratîk dest pê kiriye û xwest ji bo dawî li vê pêvajoya tarî û aloziyî bê divê tecrîd bi dawî bibe.
HDP'a Mêrsînê û Endamên Komeleya Piştevî û Alîkariya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛAYDER), bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û rewşa girtiyên di rojiya mirinê û greva birçîbûnê de, xwestin tecrîd bi dawî bibe. Daxuyanî li Qada Yarenlîk a navçeya Tarsûsê hat dayîn û gelek eks tev li daxuyaniyê bûn. Endamê TÛAYDER'ê Orhan Hazar, destnîşan kir ku bi polîtîkayên tecrîdê re pêvajoyeke tarî dest pê kiriye.
Hazar, got: "Tecrîda li Îmraliyê, bi her awayî civak xitimandiye. Beriya tecrîdê li welatê me behsa aştî û demokrasiyê dihat kirin, lê niha pêvajoyeke tarî û aloziyî heye." Hazar, bi bîr xist ku ji bo tecrîd bi dawî bibe Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û bi hezaran girtî di greva birçîbûnê û 15 girtî jî di roja mirinê de ne. Hazar, xwest rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindana” bi dawî bû.