AMED – Dayikên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê ketine greva birçîbûnê, di çarçoveya banga xwe ya seferberiyê ku çend rojan kiribûn, serdana Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan kirin.
Dayikên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê, di çarçoveya banga xwe ya seferberiyê ku çend rojan kiribûn, piştî serdanên Rêxistinên CHP û Partiya Saadetê yên Amedê, serdana DBP’ê jî kirin. Dayik li DBP’ê bi Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan û Endamên Lîjneya Navendî (MYK) re hatin gel hev û banga xwe ya seferberiyê ji wan re ragihandin û ji bo piştevaniya zarokên xwe piştgşiriyê xwestin.
DAYIKA GIRTÎ: EM BI ŞEV RANAZÊN
Di serdanê de ji dayikan Raîfe Ozbey diyar kir ku jiyana zarokên xwe diparêzin û wiha got: “Fikarên me zêde dibin. Li girtîgehên Tirkiyeyê zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Rojiya mirinê ya 15 girtiyan jî 8 rojan li pey xwe hişt. Em dayik bin şev ranazên. Heke cîranê te birçî razê, têrbûna te ne durist e. Îro zarokên me birçîbin, fikar in me jî mezin in. Herkes li gorî xwe divê tiştekî bike.”
ARSLAN: DÊ TÊKOŞÎN TEQEZ BIGIHÎJE SERKEFTINÊ
Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan jî destnîşan kir ku hevdîtina parêzaran a bi Ocalan re di encama têkoşîna dayikan de pêk hatiye û ev tişt anî ziman: “Dayikên me heta kêliya dawî jî ji qadan veneqetiyan. Ji eksa faşîzm û zilmê re qadan terk nekirin. Em bejna xwe li ber têkoşîna dayikên xwe ditewînin. Bila dilê dayikên me rihet be, dê ev têkoşîn teqez bi serkeftinê bi dawî bibe. Yên ku qezenç bike dê têkoşer, zarokên we û hûnê bin.”
'TEHAMÛLA ME NEMAYE’
Arslan da zanîn ku girtiyên di greva birçîbûn û rojiya mirinê de ne jiyana wan di talûkê de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tehamûla me nemaye, heta ku tecrîda li ser Ocalan ranebe dê ev têkoşîn bidome. Ji bo ku cenazeyê zarokên me ji girtîgehan dernakeve divê herkes li dora têkoşîna dayikan bibe kêlûn. Têkoşîna dayikan pir bi qîmet e. Têkoşîna dayikên me ku li hemberî zilm û pêkanînên faşîzmê pêngavek paş de gav navêje dê teqez bi serkeftinê bi dawî bibe.”