STENBOL - DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê daxuyaniyek hevpar dan û bertek nîşanî biryara YSK'ê ya hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dan.
Bertek û nerazîbûnên li dijî betalkirina hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê didomin. DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê bi daxuyaniyek hevpar bertek nîşanî biryara YSK'ê dan. Sendîka û odeyan di daxuyaniya hevpar de diyar kirin ku di demokrasiyan de kesên hurmetê nîşanî vina gel nede cihê wan tune ye û wiha gotin: "Hilbijartina dubare li dijî hiqûqê ye û ne rewa ye. Bi vê betalkirinê dest dirêjî mafê bijartin û hilbijartinê kirine. Di dîroka Tirkiye de dîrokek nû li dîroka xezpkirina vîna gel hatiye zêdekirin. Biryara betalkirinê ne rewa ye. YSK’ê ne li gorî hiqûq û rêgezên xwe, li gorî fermanê biryar daye. Ev biryar di heman demê de bêhurmetiya li dijî vîna 82 milyon welatiyan e."