AMED – Şaredariya Sûrê ku 146 kesên piştî hilbijartinê ji aliyê qeyûm ve bi awayekî nelirê hatibûn bicihkirin, ji kar derxist, destnîşan kir ku ji mexdûriyeta wan AKP’ê berpirsyar e.
Şaredariya Sûrê ya Amedê peymana kar a 146 kesên piştî hilbijartinê di 5’ê nîsanê de ji aliyê qeyûm ve bi awayekî nelirê hatibûn bicihkirin, betal kir. Hevşaredarên Şaredariya Sûrê Filîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr piştî hatin hilbijartin, ji bo lêkolînkirina 146 kesên ku ji aliyê qeyyûm ve li şaredariyê hatibûn bicihkirin, komîsyonek ava kirin. Piştî lêkolînên komîsyonê derket holê ku qeyûm 146 kesan jî bi awayekî nelirê girtiye kar. Li ser vê yekê hevşaredaran peymana kar a 146 kesan jî betal kir.
‘JI BER NELIRÊTIYAN BETAL BÛ’
Havşaredar Cemal Ozdemîr têkildarî mijarê diyar kir ku piştî tayînkirina qeyyûm 70 kes li şaredariyê hatine bicihkirin û hê jî karê xwe didomînin. Ozdemîr destnîşan kir ku girtina kar a kesan a ji aliyê qeyyûm ve bi awayekî nelirê pêk hatiye û ji ber vê yekê peymana wan a kar hatiye betalkirin.
‘AKP JI MEXDÛRIYETÊ BERPIRSYAR E’
Hevşaredar Filîz Bûlûttekîn jî destnîşan kir ku ji ber sedemên siyasî peymana kesên qeyûm wan girtiye kar nehatiye betalkirin û wiha got: “Bi awayekî nelirê bi lez û bez girtina kar pêk hatiye; nimreya hesabê banqayê yê kesên girtine kar jî nehatiye girtin. Em niha nikarin mûçeyê wan ê mehekê jî razînin. Heke bi sedemên siyasî biryareke bi vî rengî bihata girtin dê peymana 70 kesên ku beriya hilbijartinê hatine girtin jî betal bûna. Lê rewşeke bi vî rengî tuneye. Ji ber vê yekê berpirsyarê mexdûriyetê em nîn in, AKP ku bi awayekî nelirê girtina kar pêk aniye.”