Amed – Baroya Amedê diyar kir ku biryara Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ya veguherandina Daristana Bajar a ji bo avahiyan derveyî hiqûq, planên îmarê û berjewendiyên cemaweriyê ye û li dijî vê yekê li Dadgeha Îdareyê doz vekirine.
Komîsyona Hawirdor û Hiqûqa Bajar a Baroya Amedê têkildarî biryara Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ya veguherandina beşeke Daristana Bajar a ji bo avahiyan daxuyaniyek da. Komîsyonê diyar kir ku Daristana Bajar kezeba Amedê ye û ji bo bersivandina pêwistiya qada şîn a bajêr wek “Qada Şîn” hatiye plankirin. Komîsyonê destnîşan kir ku biryara wezaretê ya veguherandina beşeke qadê ya ji bo avahiyan hiqûq, planên îmarê û berjewendiyên cemaweriyê ye. Komîsyonê her wiha ragihand ku dê destûr nedin vê yekê û ji bo betalkirina biryarê li Dadgeha Îdareyê doz vekirine.