RÎMÊLAN – Emîrê DAIŞ’ê Îlyas Aydin ku QSD’ê ew li Dêrazorê dîl girtibû, îro jî civînên ku bi MÎT’ê re girtiye, hurgiliyên teqînên Pirsûs û Enqerê, bazariya Cerablûs û hurguliyên şewitandina 2 leşkerên tirk vegot.
Emîrê DAIŞ’ê yê Tirkiyeyê Îlyas Aydin ku Hêza Sûriyeya Demokratîk (QSD) ew li Dêrazorê dîl girtibû, vegotinên xwe didomîne. Aydin diyar kir ku ji aliyê payebilindên DAIŞ’ê ve hatiye hezkirin, ji bo peywirên girîng hatiye peywirdarkirin û her wiha 2 caran jî bi Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) re civîn li dar xistiye. Aydin diyar kir ku dema civîna wan a yekemîn teqîna Enqerê pêk hatiye û ragihand ku ji ber di civînan de li hev nekirine di 1’ê îlona 2015’an de leşkerên tirk ên bi navê Sefter Taş û Fethî Şahîn şewitandine.
EM BI MÎT’Ê RE RÛNIŞTIN
Aydin ragihand ku Berdevkê DAIŞ’ê Ebû Adnanî ew vexwendiye û peywirdar kiriye û ev tişt anî ziman: “Ji bo leşkerên (Sefter Taş û Fethî Şahîn) me li ser sînor girtibû, Tirkiye bi me re ket têkiliyê. DAIŞ’ê bi me re 2 kesên din jî peywirdar kir. Em li Stasyona Trenê ya navçeya Çobanbey (El Rai) a Kilîsê, bi heyeteke MÎT’ê re rûniştin. Kesên hatibûn berpirsyarên herêmê yên MÎT’ê bûn.” Aydin bi bîr xist ku beriya vê hevdîtinê jî DAIŞ û Tirkiyeyê ji bo xebatkarên Konsolosxaneya Mûsûl û revandin (1 çile 2016) û berdana (5 çile 2016) Berbaz Ozgur Ors jî li hev rûniştine.
Aydin anî ziman ku ev her dû hevdîtin, bi heyetên beriya wî re hatine kirin û wiha got: “Weke bûyera konsosxaneyê di bûyera Ors de jî me 60-70 birayên xwe yên macir da û pevguhertin pêk anî. Vê carê jî bi me re rûniştin. Birayê me yê Reşîd ku beriya niha bi vana re rûnişt ji Misrê bû. Destpêkê nizanibûn ku ez tirk im. Piştî hinek sohbetê gotin ku we çima leşkerên me revandine. Piştî danîna kemînekê 2 hevalên me yên ku li sînor dixebitin ew her dû leşkeran digirin. Me jî ji wan re got ku leşkerên we ji ber ku derbasî sînorê me bûne, me ew girtine. Çima sînorê dewleta me îxlal dikin. Mirovên macir dema ku ji sînorê we derbas dibin û hewl didin bên gel me, hûn ew digirin. Ew turîst in hûn çima ew digirin.”
DAXWAZÊN MÎT’Ê
Aydin da zanîn ku civînên wan ên bi MÎT’ê dirêj dirêj domiyane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Derdê heyeta tirk tenê girtina leşkerê wan bû. Heyet ji 3 kesan pêk dihat. Digotin leşkerên me bidin tiştên din em êpaşê biaxivin. Piştî teqîna Pirsûsê ji hatina macirên ku dixwestin bên gel me re astengiyan derdixistin. Me ji wan daxwaz kir ku me nedine zorê. Bi qeflan macir dihatin, ji Tirkiyeyê derbasî dewleta îslamê dibûn. Ji me re digotin; ‘êdî weke berê nabe, em nikarin weke berê li ber çavê herkesî wan berdin. Em neçarin ku wan bigirin. Hêzên derve û cihan me ji bo girtina deriyan didine zorê. Em jî we didine zorê. Hûn ji me re ji bo demeke dirêj berjewendî ne, lê hin tişt ji ber ku me didine zorê em jî zorê didine we, rêyeke din tuneye’.”
BÊYÎ KU EM XESARÊ BIDIN HEV…
Aydın destnîşan kir ku wan jî bi vî rengî bersiv daye Tirkiyeyê: “Em bi we re şer nakin. Ji Helebê bigire heta sînorê Diyala yê Îranê em bi herkesî re şer dikin, tenê bi we re şer nakin. Em li widerê negihiştin tu encamê. Piştî vê yekê em jî ew jî çûn li ser hêsankirina derbaskirina sînoran xebitîn. Em ê dîsa li ser bêyî ku xesarê bidin hev xebitiyana.”
DI CIVÎNA DESTPÊKÊ DE TEQÎNA ENQERÊ PÊK HAT
Aydin da zanîn ku di civîna wan a destpêkê de teqîna Enqerê pêk hatiye û wiha pê de çû: “Dema cîvina me ya destpêkê li Enqerê têqîn pêk hat. Li derî dan, berpirsyarê ku bi me re diaxivî derket derve. Dema ku hat hundir got ku di mitînga kurd û çepgiran de teqîn pêk hatiye û pirsa ku me teqînê pêk aniye kir. Agahiya me ji tu tiştekî tunebû. Ez li hevalê kêleka xwe vegeriyam û pirsa ku dema em civînê de bûne dibe ku hevalên me êrîşeke bi vî rengî pêk anîbin kir. Got ku dibe ku hevalên me bin. Em ê rojekê berê li hev biciviyana lê nebû. Rêveberên me dixwestin pêşî rûnin û paşê bi teqandin bombeyê peyam bidin. Agahiya wan ji paşdexistina civînê tunebû. Her yekine bi awayekî serbixwe tevdigeriya. Yekîneya leşkerî ferman girtiye ku teqîn pêk anî. Em bi telefonê geriyan û xwest ku bên me bigirin.”
CIVÎNA DUYEMÎN
Aydin diyar kir ku wê rojê tiştek nebû, vegeriyan û civîna duyemîn piştî 2-3 mehan li heman cihî pêk hat. Aydin hurguliyan yek bi yek vegot û wiha axivî: “Yên me dema çûn cem wî, em li hundir bûn me got çima tiştek wiha kiriye. Belê, gotin me kiriye. Lê gotin ku di dîroka wê de tevlîheviyek hebûye. Ji bo hevdîtinek din biçin. Teqîna Enqereyê me bi fermana halîfe pêk anî. Lê teqîna Pirsûsê li ser fermana cemata me pêk nehat. Pişt re hemû teqînên li Pirsûsê cemata me pêk anî. Bêguman di hevdîtina duyemîn de me got vê ji Erdogan re ragihînin. Heke li mihacirên ku tên dewleta îslamê bixin, em ê jî li web idin. Em ji lêdanê re amade ne. Di destên me de hedef hene û gellek karên bên kirin hene. Heke hûn di vê polîtîkaya xwe de dewam bikin, em ê dev ji Şam û Bexdayê berdin û berê xwe bidin Stenbolê û em amade ne wir bistînin. Ev peyama Ebû Bekîr Bagdadî bû. Ev di civîna duyem de hat ziman. Ne li benda tiştek wiha bûn. Wan kir ku em bi tehdîtkar biaxivin. Reklamên rêxistina me ya ku mirovan li ber kamerayna kuştine gellek in. Birîn û kuştina Johun DYA, Japon, Urduniyan hene. Me jî behsa wê ji wan re kir. Me got ‘heke hûn dixwazin bila eskerên tirk bikevin wî halî, çawa me wan birî em ê eskerên we jî bibirin.’ Dema me wisa got, wan jî got ‘jixwe her roj li welatê me ewladên me şehîd dibin. Bila du ewladên me yên din jî şehîd bikevin ma dê çi bibe. Her roj bi bi hezaran xwişk û birayên me ji bo vê axê û welatî şehîd dikevin.’ Civîna duyemîn hin din bû terza dij derketina hev.”
DAXWAZA JI CERABLUSÊ VEKIŞIN
Aydin anî ziman ku mijara nîqaşên din a civîna duyemîn Cerablus bû û wiha got: “Heyeta tirk ji me xwest ku em 33 kîlomîtro dûrî vê herêmê bibin. Rêxistina me vê yekê qebûl nekir. Vekişîna 33 kîlomîtro jî dihat wateya ku em biçin ser otobana Helebê. Digotin ‘Bazirganî dibe, erebe dê herin û werin lê hûnê herêmê ji me re berdin.’ Ebu Adnanî, Ebu Furkan û zavayê Bagdadî Ebu Usame El Iraqî jî dema hatin bombekirin, van jî di nava 10 rojan de hatin bombebarankirin. Rêxistinê piştî wê ji Cerablûsê vekişiya. Tekane cihê ku rêxistin ji wan veqetiya Cerablûs bû lê cihên din şer lê hebû. Bi taybetî li Babê me bi wan re şer kir. Heta niha du sê kes bi vê agahiyê dizanin. Gotin planên DYA û Rûsya li ser Minbic û Helebê hene. Gotin dê heremê bistînin. Me jî got em ê herêmê biparêz in. Em ji Til Ebyadê paş ve vekişiyan û ev bû sedema bihayek mezin. Me got em ji vir venakişin. Pişt re meseleya vekişîna ji Cerablûsê li pêş ket. Rêveberiya me ya bilind got ‘çima we wisa kiriye.’ Wê demê dev jê berdin dê kurd bên dij hev, bila kurdan bisekinîn. Em ji kurd û tirkan berdin ku bikevin navbera me. Ew werin dê balafir bên birîtin. Me ji wan re wisa ragihand.”
FIROTINA PETROLÊ
Aydin da zanîn ku di civînê de firotina petrolê jî hatiye axaftin û petrol abi qaçaxî berê difirotin Tirkiyeyê ji bo fermî bikin daxwazên xwe ji wan re ragihandine, lê di vê mijarê de peyman pêk neanîne û her wiha wê demê bi awayek fermî petrolê firotine rejîma Sûriyeyê.
‘ME LÎSTE DABÛ WAN’
Aydin diyar kir ku di civîna ewil de lîsteya 250 DAIŞ’yên di destê Tirkiyeyê de dan Tirkiyeyê û di nav van de bi teqemeniyan çûne Tirkiyeyê û di nav van de muhacîrên DAIŞ’î jî hene. Aydin got kesên di wê lîsteyê de xwestine nedane wan û li şûna wê kesên eleqa wan bi DAIŞ’ê re tunebûne ji wan re anîne.
ŞEWITANDINA ESKERAN
Aydin destnîşan kir ku ji ber di civîna duyem de hat ferqkirin civîna sêyemîn pêk nehatiye û wiha got: “Piştî civînê min lê nihêrî, 5 roj li ser derbarê min de nûçeyan çêkirin. Min ewqas ragihandin ji ber wê ez neçûm civîna sêyemîn. Min bi kesên wê civînê li dar xistine re hevdîtin kir. Peymanek nû pêk nehatibû. Ji ber ku peyman pêk nehat Bagdadî van gotinan weşand ‘Misilman, Tirkiye ketiye daîreya şerê we. Ew ji bo we hedef in.’ Di esasê xwe dîroka van gotinan dîroka ku siyaseta Tirkiyeyê veguherand. Piştî wê şewitandina eskerên tirk qewimî. Kesên dîmenên wan kişandin jî nas dikim. Min ewil nizanibû dê wan bişewitînin. Hatin ji min re gotin. Gotin em kî bikujin. Min jî got ev kes bi ewle ne, min got dibe ku ev bin. Min viya ji bo wan kesên şewitandinê pêk anîn got. Kesê şewatê pêk anî Hasan Aydin jî di koma cemata min a Edeneyê de bû. Dema em li Tirkiyeyê bûn em bi hev re dixebitîn. Pişt re li Hecînê hat kuştin.”
Vegotinên Ilyas Aydin ê di destê QSD’ê de ye dê bidomin.
MA / Nazım Daştan