EDENE - Serokê Baroya Edeneyê Velî Kuçuk, bertek nîşanî biryara YSK'ê ya betalkirina hilbijartina Stenbolê da û got: "Bi vê biryarê vîna gel tune hesibandine. Biryara YSK’ê a nûkirina hilbijartina Stenbolê darbeya li dijî demokrasî û hiqûqê ye.
Serokê Baroya Edeneyê Velî Kuçuk, bertek nîşanî biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da û wiha got: "YSK'e 37 roj piştî hilbijartinê biryar daye. Mixabin biryar dayek ku hilbijartina Stenbolê bê bemtalkirin û ji nûve hilbijartin bê dubarekirin daye. Ev helwesta YSK’ê bi rêya darazê darbeyek li demokrasiyê xistine. Bi ve biryarê vina gel tune hesibandine."