Prof. Dr. Sîbel Perçîner: Heta tecrîd ranebe tu kes nikarin nefes bistînin

img

ENQERE - Prof. Dr. Sibel Perçîner, têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin kir û wiha got: "Niha tecrîd li ser aramî û aştiya civakê tê meşandin. Ne tenê li ser şexsê Birêz Abdullah Ocalan, divê em qebûl bikin ku aştî û aramiya hemû civakê di bin tecrîdê de ye. Heta ku tecrîd ranebe tu kes nikarin bi aramî nefes bistînin. 

 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîdê 181 rojin di greva birçîbûnê de li ber xwe dide. Bi hezaran girtî ligirtîgehan di greva birçibûnê de ne. 15 girtî 8 roj in di rojiya mirinê de ne. Li derve bi dehan kes bi mehan in di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hindekara beşa Patolojî ya Zanîngeha Enqere Profesor Doktor Sibel Perçiner ku hatiye îxrackirin, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Prof. Dr. Perçîner, diyar kir ku tecrîd ne tenê li ser girtiyan tê meşandin û wiha wiha got: Tecrîd di şexsê girtiyan de li ser xizmên wan û li ser hemû civakê tê meşandin. “Ji hundir heta derve wekî ristekê li ser hemû civakê belav dibe. Ev tê wateya ku hemû civak di bin tecrîdê de ye. Di hucreyê de bi temanî bi tenê ne. Bi tecrîdê dixwazin bi tene bihêlin û ji her tiştî dûr bixin. Dema ku em bi giştî li rewşê binerin, em dibînin ku tecrîd di nava tecrîdê de li ser girtiyan tê meşandin. 
 
DAXWAZA LEYLA GUVEN GERDÛNÎ Û ZAGONÎ YE
 
Prof Perçîner, bal kişand ser çalakiya Hevseroka  KCD'ê Leyla Guven û wiha axivî: "Daxwaza çalakiya Guven a ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxwazek gerdûnî û zagonî ye. Bi zagonên Komara Tirkiye û Gerdûnî hatine mîsogerkirin. Pir aşkere ye ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Li gorî zagonên neteweyî û navneteweyî û xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropa, divê tu kes rastî îşkenceyê û pêkanînên li dijî rûmeta mirovahniyê neyê. Di van peyman û zagonan de hemû mafên mirovan hatine parastin û bi zagonan hatine mîsogerkirin. Ziman, çand, bawerî û nijad çi dibe bila bibe divê mafê mirovan bê parastin û neyên cudakirin. Ji ber vê yekê divê tecrîd li ser tu kesî neyê meşandin. Ger ku hûn tecrîdê li ser mirovan pêk bînin hûn sûc dikin. Li gorî van zagonan divê li ser tu girtiyan tecrîd neyê meşandin. Divê tu girtî u hikumxwar rastî astengiyan neyên û karibin her dem bi malbat û parezerên xwe re hevdîtin bikin. Niha tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hin girtiyên din tê meşandin sûcê mirovahiyê ye. Li dijî zagonan e." 
 
HETA TECRÎD RANEBE TU KES NIKARE NEFES BISTÎNE
 
Prof. Dr. Sîbel Perçîner, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya hezaran girtiyan û wiha lê zêde kir: “Daxwaza Leyla Guven û girtiyên ji bo piştgiriyê bidin wê dest bi grevê kirine daxwazên wan pir zelal û aşkere ne. Daxwazên wan mafdar e. Ji ber vê yekê divê muxalefet bê xurtkirin. Divê hemû beşên civakê li hemberî van daxwazên rewa hestiyar tev bigerin. Tecrîd li ser hemû qanalên siyasî tê meşandin. Tecrîd li ser hemû beşên civakê tê meşandin. Di van şertên ku em tede dijîn siyaset xetimî ye. Piştî pêvajoya çareseriyê ya 2012'an ku gavên muzakereyê dest pê kir, ji nişka ve bi pişta destê xwe xera kir. Ev yek naye qebûlkirin. Li vir aramî û aştiya civakê di bin tecrîdê de ye. Ne tenê li ser Abdullah Ocalan li ser hemû beşên civakê tecrid heye. Divê em qebûl bikin ku pêvajoya aştiyê û hemû beşên civakê hatiye tecrîdkirin. Heta ku tecrîd hebe tu beşên civakê nikarin nefes bistînin. Tu kes ne ji bo mirinê dikevin grevê. Dema em li cîhanê binerin çima mirov dikevin greva birçîbûnê? Ji ber ku ku mafê wan ê hatiye binpêkirin bi dest bixin. Tenê rêya lêgerîna maf ev çalakî  di destê wan de dimîne. Neçar in ku serî li vê çalakiyê bidin. Em qebûl bikin an nekin, tu kes ne ji bo mirinê serî li vê rêyê dide. 
 
ÇALAKGER BI VÊ ÇALAKIYA XWE DIXWAZIN RÊYA REMOKRASIYÊ VEKIN
 
Prof. Perçiner, destnîşan kir ku bi terîdê rê li pêş tevgera siyasî jî tê girtin û wiha pêde çû: "Niha her tişt asê bûye. Divê dîsa qanalên siyasê bên vekirin. Divê mirov karibin biaxivin. Divê dest ji zimanê berperî û dubendiyê berdin. Tevî hemû tiştên neyînî em hêj bi hêvî ne. Niha em hemû di girtîgeha servegeri de dijîn. Niha tecrîd li ser vîna azad a her kesî heye. Yên ku ketine grevê ji bo dîsa aştî u demokrasî bê ser vê axê hewl didin rêyekê vekin. 
 
‘ROLA RÊXISTINÊN DEMOKRATIK MEZIN E' 
 
Perçiner, bal kişand ser rola medya û sazî û rêxistinên demokratîk jî û wiha axivî: "Astengiya li pêş me ya hearî mezin ne azadbûna medya ye. Divê medya azad tev bigere. Medya Navendî bi nûçeyên derew û şaş civakê şaş agahdar dike. Heqûqetê û cemaweriyê ji hev dûr dixe. Bi nûçeyên derew kîn û nifrîna di navbera civakê de zêde dike. Gelek beşên civakê hewl didin bi rêya medya civakî agahiyan bistînin. Di rewşek wisa de rolek girîng dikeve ser milê sazî û rêxistinên demokratîk Ji bo aştî dîsa pêş bikeve rola sazî û rêxistinên demokratîk girîng e. Yên rêxistinên demokratîk ava dikin em bi xwe ne. " 
 
Perçiner, herî dawî xwest deriyê girtîgehan ji heyetên hekîmên serbixwe re bê vekerin û daxwazên wan bên qebûlkirin. Perçîner xwest hekîm jî li gorî peymana Danezana Malta tev bigerin. Perçiner ji bo çalakiya dayikan jî wiha got: "Me tevan tundiya li dijî dayikan dît. Tu aliyê vê tundiyê nayê qebûlkirin. Divê bi lez vê tundiyê bi dawî bikin. Divê her kes pirsa 'Ez dikarim çi bikim' ji xwe bike. Her kes tiştekî ku bikin heye. Divê gel tev li vê pêvajoya çareseriyê bê kirin. Divê ji bo çalakiya Leyla Guven û girtiyên din bêyî em dem winda bikin têkevin nava liv û tevgerê. 
 
MA / Seda Taşkin
 
 
 

Sernavên din

09/05/2019
09:41 Welatiyên gundê wan tê valakirin: Etî Bakir terorê pêk tîne
09:39 Berxwedana Leyla Guven di roja 183'yan de dewam dike
09:27 'X-Ray, bi awayekî filî pêkanîneke qeyûma ye'
09:26 Bertek nîşanî Waliyê Dersimê dan: Hûn nikarin nirxên me yên pîroz bieciqînin
09:25 Êdî çavê nivîskarê di greva birçîbûnê de nabîne
09:25 Gulsum Kav: Tiştên divê dozger bikin malbat dikin
09:24 Bi 4 zimanan dîroka Pira Malabadê vedibêje
09:23 Dayikan bang kir: Gavan bavêjin
09:23 Şaredariya Rihayê ne xera dike ne jî dihêle mirov saz bikin
09:22 Kaboglû: Tecrîd nayê qebûlkirin
09:21 'Wekî findekê dihelin'
09:20 ‘Hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re ne ji bo bidawîbûna tecrîdê ye'
09:18 'Hikûmet li şûna aloziyê divê gavên bi bawerî bavêje'
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2019'AN
08/05/2019
20:19 Mizrakli: Pêdivî ne bi amûra X-Ray bi aqlê selîm heye
19:31 Li girtîgehan koma duyem dest bi rojiya mirinê dike
17:32 Polîs dixwazin bi darê zorê amûra X-Rayê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi cih bikin
16:11 Kaplan ê di rojiya mirinê de ye: Heta tecrîd rabe em ê li ber xwe bidin
15:57 Cerdevan hevjîn û kurê xwe kuşt
15:41 HDP'ê der barê grevên birçîbûnê de hikumet hişyar kir: Sibe pir dereng e
15:25 Meheke polîs li Gebzeyê malbatan asteng dikin
15:13 Humermendên Kurd li pêş Parlamentoya Ewropa piştgirî dan çalakgerên grevê
15:12 Balyozxaneya Swêdê Şaredariya Amedê ziyaret kir
14:57 Jinên li Wêranşar û Îzmîrê hatibûn binçvkirin, hatin berdan
14:50 Dayikên girtiyan: Bi lez tecrîdê rakin
14:48 Li ber Girtîgeha Panosê bang kirin: Daxwaza girtiyan pêk bînin
14:47 Cendirmeyan êrîşî gundiyên li dijî Etî Bakirê kir
14:12 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
13:37 Danişîna rojnameger Durket Suren hat dîtin
13:26 Ji Şaredariya Cizîrê û Walîtiya Şirnexê daxuyaniya ‘X-ray’
13:26 Der barê 9 HDP’iyan de 13 fezleke şandin meclîsê
13:10 Dayik li cihê lê hatin astengkirin çalakiya rûniştin li dar xistin
13:04 Mornîng Star ji bo 'Kîbriye Evren' dest bi kampanyeya azadiyê kir
13:03 49 baro li dijî biryara YSK’ê derketin
12:16 Di doza Berkîn Elvan de rapora keşfê ne hat
12:15 Adolfo Perez Esquivel li dijî tecrîdê name ji CPT re şandin
11:45 HDK: YSK bûye amûra darbeyê ya îktîdarê
11:38 Cezakirina bijîşkan şermezar kirin
11:37 Cezayê çawîşê ku Pakîze Hazar kuşt kêm kirin
11:28 Dadgehê danişîna rojnamegeran taloq kir
11:27 Meheke ji bo zarokên xwe li ser pêya ne
11:15 Amîrê DAIŞ'ê Îlyas Aydin pêvajoya têkçûna DAIŞ'ê vegot
11:04 Hunermendên piştgirî dan Îmamaglû morh kirin!
10:11 Li pêş şaredariyên HDP'ê cîhazên X-Ray bi cih kirin
09:56 Heyeta Şopandinê rapora çalakgerên grevê ji Wezareta Dadê re şand
09:08 Parêzerê Doza Panzêrê: Divê wek roja ewil xwedî li dozê bê derketin
09:07 ‘Lutfiye Xanim ji qaseya şaredariyê bi 300 hezar TL xwarin xwariye'
09:06 Çaygera şaredariyê ku qeyûm ew ji kar avêt bû hevşaredar
09:05 Mizrakli: Biryara der barê Stenbolê de darbe ye
09:05 Birayê xwe kir cîgirê xwe
09:04 Rismê ku xêz kir ji Leyla Guven re şand
09:04 'Bereketa meha Remezanê jî nemaye'
09:04 Girtiyê nexweş ê 69 roj in di grevê de ye xwîn ji devê wî tê
09:00 Berxwedana Leyla Guven di roja 182'yan de dewam dike
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2019'AN
08:43 Malbata Alî Ete 9 meh şûnde gihişt cenaze
08:15 Li dijî tecrîdê laçikên spî bi daran ve girêdan
07/05/2019
21:45 'Ji bo ev pêvajoya tarî bi dawî bibe, divê tecrîdê bê rakirin'
21:34 Malbatên hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:09 Egitîm Sen'ê encama 11'emîn pêşbirga Çîrokan a Abdullah Dûran aşkere kir
18:05 Nobeta 'Deng bide jiyanê' di roja 4’an de li ÎHD'ê didome
Adar: Teqez em ê bi ser bikevin
17:53 Dadgehê 10 meh ceza li Rojnameger Pişkin birî
16:44 Dayikên girtiyan serdana DBP’ê kirin
16:40 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê bertek betalkirina hilbijartina Stenbolê dan
16:22 Malbatên girtiyan: Em ê her roj li Parka Koşuyolu bin
15:59 Eskeran Hevşaredarê berê yê Îdirê Yîkît binçav kirin
15:39 Ahmet Turk: Peyama ferzkirina aştiyê hat dayîn
15:37 Wekîlên di grevê de: Divê îktîdar aşkere û misoger bike ku tecrîd bi tevahî rakiriye
15:22 Maşînê li keriyê pez qeliband: 6 kes birîndar bûn 50 mih mirar bûn
15:11 Bijîşkan li Stenbol û Rihayê cezakirina bijîşkan şermezar kir
14:46 Dayik li ber girtîgehan dengê xwe bilind kirin
14:17 Temellî xwest hevdîtinên li gel Ocalan bidomin
14:15 Şaredariya Sûrê: AKP ji mexdûriyeta 146 kesan berpirsyar e
14:11 Akademisyen Ustel beriya têkeve girtîgehê: Em ê gotinên xwe bilind bikin
13:33 Biryara dadgehê ya ku pêşiya hevdîtina li Îmraliyê vekir
13:03 Baroya Amedê: Em ê destûr nedin tunekirina qadên şîn
12:38 Wezareta Karên Hundir, polîs li ber şaredariya HDP’ê danî
12:35 Rojnameger Kîbriye Evren nehat berdan
12:09 Emîrê DAIŞ’ê Îlyas Aydin, Pirsûs, Enqere, Cerablûs û şewitandina 2 eskerên tirk vegot
12:08 Hilbijêrên KHK’î wê serî li AYM'ê bidin
12:04 Baroya Edene: Biryara YSK'ê darbeya li dijî demokrasiyê ye
11:29 Ergîn Akhan ê di rojiya mirinê de: Em bi biryarin, emê tecrîdê bişkînin
11:09 Prof. Dr. Sîbel Perçîner: Heta tecrîd ranebe tu kes nikarin nefes bistînin
10:41 Rojnameger Turay ê di greva birçîbûnê de: Em wek roja ewil bi biryardarî dewam bikin
10:28 Li Gebarê leşkerekî din jî jiyana xwe ji dest da
10:23 CHP: Rêya nehesibandina vîna gel vebû
10:23 Festîvala 7’emîn a Belgefîlma FîlmAmed sibê dest pê dike
10:09 Leyla Guven 181 rojin di greva birçîbûne de ye
09:27 Înîsiyatifa Deng bide Leylayê, peyam û çîrokên girtiyên di grevê de weşandin
09:08 Baroya Îzmire li dijî biryara YSK'ê 'Nobeta demokrasiyê' da destpekirin
09:07 ‘Her ku roja dayikan nêz dibe dilşikestî dibim'
09:07 Malbata xaniyê wan li ber lehiyê çû li benda alîkariyê ye
09:07 Çîroka Gaye Yûrttaş a ji Dersimê wêneyê Tirkiyeyê bi her awayî dide der
09:06 Berxwedana karkerên SÎBAŞ'ê ya li dijî kedxwariyê didome
09:06 Hevjîna Ateş ê di greva birçîbûnê de: Tenê ne dayik divê ker kes têbikoşe
09:05 Girtiyê 101 roj in di greva birçîbûnê de: Heta em bi ser nekevin wê çalakiya me bidome
09:05 Girtiyê ji ber protestokirina Komkujiya Roboskiyê 18 sal ceza lê hat birîn 137 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:05 Koma ewil a şanoya xweser a Rojava: Teatra Sarya Baran
09:04 Dayika ku kurê wê 26 sal in girtiye: Gava em dest bidin destê hevdu em ê karibin rê li ber mirinê bigirin
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2019'AN