MÊRDÎN – Rojnameger Abdulkadîr Turay 68 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye û got heta tecrîd rabe dê wek roja ewil biyardarî çalakiya xwe berdewam bikin.
Ji hezaran girtî yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne yek jê jî rojnameger Abdulkadîr Turay e. Turay 68 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide û bi rêya parêzerên xwe peyam şand. Turay di gulana sala 2016’an de li navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji ber nûçe û dîmenên nûçeyan hat girtin û ji wê rojê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê ragirtin. Turay dema hat girtin nûçegihaniya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK’ê hat girtin dikir.
PEYAMA JI BO ROJNAMEGERAN
Turay anî ziman ku ew her kesê li girtîgehan û li derve li dijî tecrîdê li ber xwe dide silav dike û got: “Ji bo dengê me bigîhîje muxatabên xwe em di wê hişmendiyê de ne ku dê bi berxwedana kedkarên çapemeniya azad mimkin e. Tu gumana me ji hevalên me rojnameger nîne ku dê her tim hewl bidin bibin dengê me. Ez bi bawerim em ê hemû bi hev re bi ser bikevin.”
‘WEK BIRYARDARIYA ROJA EWIL DIDOME’
Turay anî ziman ku peyama Ocalan a duh hat xwendin bi hemû girtiyan re kelecaniyek û kêfxweşiyek çêkiriye û got: “Dê çalakî berdewam bikin. Hevdîtin helbet girîng û binirx e. Ancak em hemû dizanin ku daxwaza me nabersivîne.”
Turay di dewama peyama xwe wiha got: “Çalakiya me wek roja ewil bi biryardarî dewam dike. Heta tecrîd bidawî bibe dê çalakiya me dewam bike. Baweriya me ji her demê zêdetire ku em ê bi ser bikevin. Ez ji her kesî re serkeftin dixwazim.”
Parêzeran got Turay ji roja dest bi çalakiyê kiriye heta niha 12 kîlo winda kiriye.