ŞIRNEX – Di operasyona li herêma Çiyayê Gebarê ya li bejahiya Şirnexê didome de leşkerekî din jiyana xwe ji dest da.
Operasyona ku beriya demekê li herêma Çiyayê Gebarê ya li bejahiya Şirnexê dest pê kir diome. Li herêma operasyonê ku roja berê 2 leşkeran lê jiyana xwe ji dest dabû, sewqiyatên leşkerî tên kirin. Li herêma ku liv û tevgera helîkopteran lê zêde bûye duh jî pevçûn derket. Di şerê ku derket de leşkerê bi pere peyade Gorkem Akkûş jiyana xwe ji dest da.