ÎZMÎR - Baroya Îzmirê li dijî biryara YSK’ê ya der barê betalkirina hilbijartina Stenbolê de "Nobeta Demokrasiyê" da destpêkirin.
Baroya Îzmirê, der barê biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ya betalkirina hilbijartina Stenbolê de çalakiya "Nobeta Demokrasiyê" da destpêkirin. Serokê Baroya Îzmirê Ozkan Yucel û endamên baroyê tev li nobetê bûn. Serokê Baroya Îzmirê Ozkan Yucel, diyar kir ku Rêveberiya Baroya Îzmirê li hev kom bûn û ji ber bi temamî demokrasî ji holê rabûye, li dijî vê helwestê biryarên cuda girtine. Yucel, anî ziman ku ev biryara YSK'ê li hemberî dîrokê bê hikum e û wiha got: "Emê li hemberî welatiyan bi itidallî tev bigerin. Endamên baroya Îzmirê amade ne ku di xebatên hilbijartina Stenbolê ku bê nûkirin de bixebitin. Keleha Komar û demokrasiyê Îzmir wê di vê pêvajoyê de gelê Stenbolê bi tenê nehêle. Baroya me wê der barê van kesên ku ev biryar dane hemû cureyên hiqûqî pêk bîne. Em hemû baroyan û Yekîtiya baroyên tirkiye dawet dikin ku di vê pêvajoyê de cih birire.