DERSIM – Gaye Yûrttaş ku piştî Komkujiya Dersimê bi salekê çêbû û bavê wê li leşkeriyê hat kuştin, çîroka wê ya bi 1938'an dest pê kir wêneyê Tirkiyeyê bi awayekî aşkere dide der.
Di ser Komkujiya Dersimê re 81 sal derbas bûn, lê belê hîn jî birînên wê û şopên wê dixuyên. Çîroka Gaye Yûrttaş a 80 salî, nîşan dide ku tiştên wê demê qewimîne bi çi awayî sîrayetî heta niha kirine. Yûrttaş, piştî komkujiyê bi salekê hatiye dinê û wê çavê bavê wê Îbrahîm Aktûg bi darê zorê birine leşkeriyê. Bavê wê, ji ber dêrsimî bûye tevî 3 hevalên xwe bi daran li wan hatiye xistin û hatiye qetilkirin. Hîn jî Yûrttaşê cenazeyê bavê xwe nedîtiye.
Gaye ku nizane bavê wê kengî hatiye kuştin, xwişkek wê ya bi navê Hatîce ku jê biçûktir jî heye û winda ye. Wexta bavê wê tê kuştin, malbat diya wê bi yekî didin didin zewicandin. Ew jî li cem kalikên xwe dimîne. Heta bapîra wê sax e li cem bapîra xwe dimîne. Piştî bapîra wê dimire, apên wê li Xarpêtê wê didin malbatekê. Gaye Yûrtaş, dibêje wê çaxê ew 5 salî û xwişka wê jî 3 salî bûye.
XWIŞKA WÊ WINDA YE
Gaye Yûrttaş, bilêv dike ku malbata ku apên wê ew dane wan, nizane kî ne û çi ne, lê belê wek zarokên xwe ew xwedî kirine. Wexta dibe 13 salî hevjînê diya wê wê qebûl dike û vedigere Dêrsimê. Lê xwişka wê Hatîce li Xarpêtê dimîne. Lê hîn jî nizane xwişka wê Hatîce li kuderê ye. Yûrttaş, diyar dike ku wê bihîstiye xwişka wê bi yekî amedî re zewiciye.
4 ZAROKÊN WÊ TEV LI NAV REFÊN PKK'Ê BÛN
Piştî wextekê Gaye Yûrttaş bi dêrsimiyekî re dizewice. 13 zarokên wê çêdibin. Kurê wê yê ewil Kazim Yûrttaş di 19 saliya xwe de tev li nav refên PKK'ê dibe û di 1985'an de li newala Qesaban a Sêrtê jiyana xwe ji dest dide. Lê dewletê nehiştiye cenazeyê Kazim wergirin. Piştî vê zext û zoriyên li ser malbatê zêde dibin. Piştî Kazim, vê carê kurwê Aydin li navçeya Qisleyê tê binçavkirin û îşkencekirin. Piştî vê Aydin jî di sala 1993'yan de tev li nav refên PKK'ê dibe û di sala 1997'an de li Qoçgiriyê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide. Piştî Aydin, Huseyîn jî di heman salê de tev li nav refên PKK'ê dibe û di sala 1999'an de tê girtin û niha 20 sal in di girtîgehê de ye û cezayê muebetê lê hatiye birîn. Kurekî wê yên din jî 20 sal berê tev li nav refên PKK'ê bûye lê heta niha tu agahî jê negirtine.
Yûrttaş, bilêv kir ku ji ber zext û zoriyan kurek wê jî sirgûn bûye. Yûrttaş, ku piştî ev qas qewimînan tim tev li çalakiyên li Dersimê dibe, diyar dike ku tenê daxwazek wê heye ew jî aştî ye. Ji ber temenê xwe 2 sal in nikare bi tena serê xwe derkeve derve û ji ber tiştek ji destê wê nayê li ber dikeve.
‘DEWLET DIJMIN E'
Yûrttaş, destnîşan kir ku li ber çavê wê dewlet "dijmin" e. Yûrttaş, diyar kir ku dewletê pêşî ew bê dê û bav hiştiye, paşê heman tişt aniye serê zarokên wê.
Yûrttaş, got: "Kuştina bavê min, windabûna xwişka min û tevlîbûna 4 zarokên min a nav PKK'ê, giş ji ber dewletê bûn. Tu zarokên min neman ku nehatin binçavkirin û girtin. Dewletê tim tehde li me kir. Loma wexta ez mirim dibê li ber çavê dewletê cenazeyê min bi serbilindî bê hilgirtin. Divê mirina min jî peyamekê bide vê dewletê. Dixwazim bi serbilindî bimirim. Extiyar bûme, êdî tiştek nayê bîra min. Lê dîsa jî tevî ev qas qewimînan tenê aştiyê dixwazim. Helbet wê rojekê ev şer, polîtîkayên dijminatiyê bi dawî bibin. Her wiha daxwazek min jî ew e ku cenazeyê bavê xwe û kurê xwe bibînim û xwişka xwe bibînim û kurê xwe."
MA / Semra Turan