WAN - Muhtemel Bor ku kurê wê Fûat Bor ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, ji bo kurê wê û bi hezarana girtiyên din bijîn bang kir.
Li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, yek jê jî Fûat Bor ê 43 salî ye. Bor, di sala 1993'yan de di 17 saliya xwe de hatiye girtin û niha ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.
'EM Ê BI SER BIKEVIN'
Bor, bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û diyar kir ku moralê wan pir baş e û got: "Teqez em ê bi ser bikevin."
Dayika wî Muhtemel Bor, destnîşan kir ku ji bo kurê wê û bi hezaran girtiyên din bijîn divê daxwaza wan bê qebûlkirin û got: "Kurê min di Girtîgeha Karabukê de di greva birçîbûnê de ye. Daxwaza zarokên me daxwaza me ye. Em edaletê dixwazin. Zarokên me ne bi tenê ne."
Dayik Bor, diyar kir ku kurê wê gotiye rêveberiya girtîgehê zextan li wan dike û dest daniye ser televîzyona wan. Dayik Bor, got: "Kurê min got ber çavên wî tarî dibe, xwîn ji qirika wî tê û ji ber vê êdî xweşikî nikare avê jî vexwe. Em naxwazin zarokên me bimirin." Dayik Bor, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi navê edaletê tiştek nemaye û bang li her kesî ki ku bibin dengê çalakgeran û got: "Gava em dest bidin destê hevdu em ê karibin rê li ber mirinê bigirin."
MA / Cemil Ugur