STENBOL – Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) li ser îtîraza AKP’ê ya awarte, îro li hev kom bû û biryar da ku hilbijartina Stenbolê bê nûkirin.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) li ser îtîraza AKP’ê ya awarte, îro li hev kom bû û biryar da ku hilbijartina Stenbolê ji nûve pêk bê û bê nûkirin. AKP’ê ji bo tevahiya Stenbol û Navçeya Buyukçekmece, MHP'ê jî ji bo tevahiya Stenbol û navçeya Maltepe îtîraza awarte kir û serî li YSK'ê da ku hilbijartin bê betalkirin û ji nûve hilbijartina Stenbolê dubare bibe. YSK îro li Stenbolê li hev kom bû û îtîraza awarte ya AKP û MHP'ê nirxand. Nûnerê YSK'ê Recep Ozel li ser hesabê twitterê biryar parve kir û got: “Hilbijartina Stenbolê nû dibe bi xêr be." Ozel, dîsa bi peyamek din diyar kir ku hilbijartin wê di 23'ê Hezîranê de be.
CHP AWARTE KOM BÛN
Piştî YSK'ê biryar da ku hilbijartin betal bibe, Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya CHP'ê di serokatiya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kılıçdaroglu de kom bûn. Mahmut Tanal ê CHP'î li ser hesabê twitterê bertek nîşan da û got: “YSK'ê li ser daxwaza AKP’ê hilbijartina Stenbolê betal kir. Bi vê biryarê cînayeta hikûqê pêk anî. Bi vê biryarê mohra reş li dîroka siyaset û hiqûqê xistin. Dolar dîsa firiya. Em ê dîsa bi ser bikevin.
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik jî li ser hesabê twitterê got: “Di 6'ê Gulana 2019'an de li Tirkiye dîsa darbe pêk hat."