STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 812’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu, Raziye Turgut û Rêzan Sarica bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin, cara 812’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Parêzer ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hêcetên cuda nikaribûn biçin hevdîtina Ocalan. Parêzerên Ocalan piştî 8 salan hevdîtina ewilî di 2’yê gulanê de pêk anîn. Parêzerên Ocalan îro li Stenbolê derbarê hevdîtinê de daxuyanî dan.