ENQERE – Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruha Oluç bertek nîşanî şideta polîsan li dijî xizmên girtiyan da û got: “Helwesta ên vê fermanê didin jî û yên pêk tînin jî qet nayê qebûlkirin.”
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç li Meclîsê têkildarî mijarên di rojevê de daxuyanî da çapemeniyê. Oluç di destpêka axaftina xwe lîderên şoreşger Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan di 47’emîn salvegera wefata wan bibîr anî û got her sê şoreşger jî di mêjiyê her kesî de ne.
‘DAXWAZ HIQÛQÎ Û MIROVÎ YE’
Oluç bi bîr xist ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven 180 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye û got: “Em bi tabloyek xeternak re rû bi rû ne. Me li kursiyê vê Meclîsê gellek caran anî ziman ku daxwaz rewa ye û hiqûqî û însanî ye. Daxwaz ew e ku demildest tecrîdkirina girankirî biqede. Daxwaz ne daxwaza çêkirina qanûnên nû ye. Em pir eşkere û zelal Wezareta Dadê û rayedarên dewletê hişyar dikin û dibêjin meseleyê çareser bikin.”
‘ZAROKÊN WAN BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ NE’
Oluç bertek nîşanî êrîşên polîsan ên li dijî dayikên girtiyan jî da û got: “Di vê meha mübarek de xwe bixin şûna dayikên girtiyên çalakgerên greva birçîbûnê. Empatî bikin. Bi êşê re hemrewş bibin. Bi raojen li dayikên girtiyan li Bakirkoyê, Gebze û Amedê dixwazin li ber hepsan çalakiya rûniştinê li dar bixin. Tenê dixwazin nîv saet rûnên. Çimkî zarokên wan li hundir bi mirinê re hevrû ne. Ji ber vê yekê dayik gellek hestewar in. Helweta polîsan li dijî dayikan şermê û êşê dide mirov. Helwesta ên vê fermanê didin jî û yên pêk tînin jî qet nayê qebûlkirin. Di warê hiqûqa Tirkiyeyê ku naxebite de qet û qet nayê qebûlkirin.”