WAN – Li Wanê dema Guldexwînane û xemla xwe li xemla hêşînahiya Gola Wanê zêde kirin. Guldexwîn mizgîniya bihara Serhedê didin nîşandan.
Li gund, navçe û bajarên herêma Serhedê zivistana dijwar bi dawî dibe. Sir û seqem cihê xwe ji demsala biharê re dihêle. Bi destpêka demsala biharê re li herêma Wanê guldexwîn vebûn û xwezayê bi rengê xwe zindî kirin. Tê gotin ku guldexwîn tên maneya “gula ku bi xwîn digirî.”
Guldexwîn nebatek ji malbata cûreyên pîvazan e. Wan, Dersim, Mûş, Şirnex, Colemêrg û Sason wek herêma guldexwînan tê nasîn. Guldexwîn li lûtkeyên çiyayan vedibin. Tê gotin ku taybetmendiya guldexwînan jî ew e ku li serê çiyayên bilind vedibin.
Di demsalên biharên bihûrî de li herêma Wanê guldexwîn di meha nîsanê de vedibûn, lê ji ber germbûna hewayê dereng dest pê kir bi destpêka meha gulanê re vebûn.
GULDEXWÎN LI MIQABILÎ GOLA WANÊ NE
Yek ji gundên guldexwîn lê şîn dibin û vedibin gundê Zavê yê girêdayî Navçeya Westana Wanê ye û ev cihên guldexwînan li miqabilî Girava Axtamarayê ye. Guldexwînan rengên xwe yên kesk, sor û zer bi hêşînahiya Gola Wanê re kirin yek û welatî ji bo wêneyên xwe li nav guldexwînan bikişîne dawiya hefteyê herikîn nav van guldexwînan. Welatiyan têra dilê xwe bi guldexwînan re wêne kişandin.
Wêne: Mujdat Can