RIHA - Malbatên bi armanca balê bikişînin ser grevên birçûbûnê yên li ber Girtîgeha Tîpa T a Rihayê kombûn, ligel mudaxileya eskeran jî, dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Eskeran li ser vê yekê malbat dorpêç kirin.
Malbat û xizmên girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê dene, bi armancan balê bikişînin ser grevên birçîbûnê li ber Girîgeha Tîpa T a Rihayê kom bûn. Parlementera HDP’ê ya Riha Ayşe Surucu û xizmên girtiyan ên kom bûn, rastî mudaxileya eskeran hatin. Dayikan ligel mudaxileyê jî dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Eskeran li ser vê yekê dayik kirin çemberê.
ESKER GEF LI PARLEMENTER XWAR
Parlementera HDP’ê Surucu, bertek nîşanî eskaran da. Lê fermandarê eskeran gef li Surucu xwar û got: “Hûn mirovan bi kar tînin. Li vê derê daxuyanî dayîn û kombûyîn qedexe ye. Ger hûn carek din werin, em dizanîn emê çi we bikin.”
Ji dayikên di çembera eskeran de hin dayikan xwestin biçin hevdîtina zarokên xwe, lê destûr ji wan nehat dayîn. Hat dîtin ku dayikekê dinava çeberî de ji ser hişê xwe çû. Dayikên di heya demekê çembera eskeran de man, dûr ji ber girtîgehê veqetiyan.