EDENE - Jina 5 meh ducanî li Edenê hat kuştin.
Li Taxa Ova ya navçeya Seyhan a Adenê, Songul K., bi hewiya xwe ya 5 meh ducanî ya 18 salî Takrîd Dîrbaye ya ji Sûriyeyê ku di heman malê de dijiyan re nîqaş kirin. Di nîqaşa veguherî şer de, Songul K., Dirbaye birîndar kir. Dirbaye ya rakirin nexweşxanê ligel hemû mudaxileyan jî, jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Dirbaye, ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Edenê. Songul K. jî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.