AMED - Polîsên ku Parka Koşûyolû ya bi bariyeran dorpêç kiribûn, welatî ji parkê derxistin û destûr nadin ku kes bikeve parkê.
Polîsan duh bi hinceta li darxistin çalakiyên malbat û xizmên girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de, Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê bi bariyeran dorpêç kirin. Polîsan li parka ku ablûke lê dewam dike, welatiyên li parkê derxistin, ketin û derketin parkê bi bariyeran girtin.
Polîs, bi hinceta “Ji me re ferman wisan hatiye” destûr nadin kes bikeve parkê û bi maşîneyên zirxî li ber deriyên ketina parkê rawestiyane.