AMED - 5'emîn danişîna doza Rojnameger Kibriye Evren ku di 9'ê Cotmehê de hat binçavkirin û girtin a ev 142 rojin di greva birçîbûnê deye dê sibe bê dîtin.
5’emîn danişîna doza Rojnameger Kîbriye Evren ku di 9’ê Cotmehê de li Amedê hat binçavkirin û girtin a 142 rojin di greva birçîbûnê deye, dê sibe bê dîtin. Evren, di danişîna xwe ya derbas bûyî, ya li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de, bi daxwaznameyekê ragihandibû ku heya tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ranebe û grevên birçîbûnê bi dawî nebin, dê beşdarî danişînê nebe.
REWŞA TENDURISTIYA WÊ GIRAN BÛYE
Rewşa tenduristiya Evren a di 16’ê Kanûna 2018’an de, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kir û niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê çalakiya xwe berdewam dike, giran bûye. Li gorî agahiyên ji parêzerên wê hatin girtin, serê Evre pir diêşe, ber çavên wê reş û tarî bûne, nikare bimeşê, liv û tevgera wê kêm bûye, dem bi dem germa laşê wê zêde dibe, dilê wê dixele û pirsgirêkên wê yên tenduristiyê rû dane.
DOZGER HEYA 20 SALAN CEZA XWEST
Di danişîna Evren a di 16’ê Nîsanê hat dîtin de, dozger biryara xwe aşkere kir. Dozger, di danişîna Evren a beşdar nebûn de, bi îdîaya “Dinava xebatên TJA de cih girtin. Berpirsa qada çapemeniyê” xwest ji “Endamtiya rêxistinê” 7 sal û nîv, heya 15 salan û bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” jî, 5 sal cezayê girtîgehê li Evren bên birin.
JI E TÎPÎ SEWQÎ D TÎPÎ KIRIN
Evren a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dihat girtin, di 30’ê Nîsanê de sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê hat kirin. Hîlal Olmez û Evîn Kaya yên bi Evren re dest bi greva birçîbûnê kiribûn jî, sewq kirin û kirin qawîşnên ji hev cuda. Parêzera girtiyan Gulîstan Ataş piştî sewqî hevdîtin bi girtiyan kiribû û gotibû ku li qadên hevpar û qawîşan kamera hatine bi cih kirin û ev kamera heta deriyên serşo û tuwaletê jî dibînin.