AMED - Serokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya 78'an a Amedê Ganî Alkan ku di sala 1984'an de 40 rojan di rojiya mirinê de ma, bal kişand ser armanca çalakiya rojiya mirinê û wiha got: “Dema ku cemawerî bi qasî tê xwestin li çalakiyê xwedî derneket û hikûmet bersîv nade me dest bi rojiya mirinê kir. Yekem car di serdema darbeya 12'ê Îlona 1980'an de li Zindana Hêjmar 5 a Amedê li dijî îşkenceyê girtiyên siyasî û PKK’ê di 14'ê Tirmeha 1982’an de dest bi rojiya mirinê kirin.
Çalakiya 15 girtiyên siyasî ya rojiya mirinê ku di 30'ê Nîsanê de dest pê kiriye di roja 7'an de berdewam dike. Bi hezaran girtiyên siyasî niha li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Berê jî girtiyên siyasî bi armanca mafê xwe biparêzin û ji bo ku hikûmet û rayedarên dewletê gavan bavêjin dest bi greva birçîbûnê û rojiya mirinê kiribûn. Berê jî di sala 1984’an de li Zindana Hêjmar 5 a Amedê girtiyên siyasî bi armanca daxwazên wan pêk bê dest bi rojiya mirinê kiribûn. Bi sedan girtî, li dijî cilên yek tîp û îşkenceya giran dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Di çalakiyê de 2 kes di rojiya mirinê de û 3 kes jî ji ber îşkenceya giran jiyana xwe ji dest dan. Di salên 1988 û 1989’an de jî di çalakiyên rojiya mirinê de girtiyên jiyana xwe ji dest dan. Di 1995'an de li zêdeyî 20 girtîgehan û bi tevlêbûna zêdeyî 5 hezar girtî ketin greva birçîbûnê. 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di Nîsana 1996’an de li dijî girtîgehên tîpa darbestan li 38 bajaran li 43 girtîgehan 2174 girtî ketin greva birçîbûnê û 355 girtî ketin rojiya mirinê. 12 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.
28 GIRTIYÊN SIYASÎ JIYANA XWE JI DEST DAN
Piştî hikûmetê pergala Tîpa F li Tirkiye xist meriyetê li dijî vê pergalê di 20'ê Cotmeha 2000’an de li girtîgehan girtiyan bi girseyî dest bi çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê kir. Ev çalakî di dîrokê de bû çalakiya herî demdirêj û zêde girtiyan jiyana xwe ji dest da. Di 19'ê Kanûna 2001’an de polîs û eskeran bi ser girtîgehan de girt û mudaxaleyî çalakgeran kir. Di van êrîşan de 28 girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dan. Dîsa di salvegera darbeya eskerî ya 12'ê Îlonê de girtiyên PKK û PJAK’ê di 12'ê Îlona 2012’an de bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û mafê parastina kurdî bê qebûlkirin dest bi grevê kirin. Bi hezaran girtiyên siyasî ketin greva birçîbûnê. Piştî 68 rojan birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê girtiyan dawî li çalakiyê anîn.
Herî dawî bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven greva birçîbûnê dest pê kir û niha li hemû girtîgehan bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. 15 girtî jî di rojiya mirinê de ne. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di 8'ê mijdara 2018'an de dest bi grevê kir û 6 mehin çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike. Di 1'ê Adarê de li hemû girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî dest bi grevê kir. Di 30'ê Nîsanê de 15 girtiyên siyasî dest bi Rojiya Mirinê kir.
DI 84'AN DE 40 ROJAN KET ROJIYA MIRINÊ
Yek ji kesên di sala 1984'an de ket rojiya mirinê Serokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya 78'an a Amedê Ganî Alkan e. Alkan di sala 1981'an de hat binçavkirin û piştî 4 mehan di bin çavan de ma hat girtin. Di sala 1984'an de li Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê dest bi greva birçîbûnê kir. Di çalakiya rojiya mirinê ku 48 rojan berdewam kir de 40 rojan ket rojiya mirinê. Alkan, di sala 1984'an de 40 rojan di rojiya mirinê de ma, bal kişand ser armanca çalakiya rojiya mirinê û wiha got: “Dema ku cemawerî bi qasî tê xwestin li çalakiyê xwedî derneket û hikûmet bersîv nade me dest bi rojiya mirinê kir. Yekem car di serdema darbeya 12'ê Îlona 1980'an de li Zindana Hêjmar 5 a Amedê li dijî îşkenceyê girtiyên siyasî û PKK’ê di 14'ê Tirmeha 1982’an de dest bi rojiya mirinê kirin. Alkan, anî ziman ku di navbera salên 1980 û 1984'an de zext û îşkenceya li dijî girtiyan pir dijwar bû û wiha got: "Girtî li dijî van zext, îşkence û neheqiya giran tenê çare di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de dîtin. Wê demê girtî 48 rojan ketin rojiya mirinê. Di vê çalakiyê de 2 kesan di rojiya mirinê de û 3 kesan jî bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest dan. Bi giştî 5 girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dan. Piştî daxwazên me pêk hat me dawî li çalakiya rojiya mirinê anî. Li dijî van polîtîka û zilmê, girtî tenê dikarin bi bedena xwe li ber xwe bidin. Wekî din hemû rê û rêbazên berxwedan û parastina mafan ji destê wan tê girtin. Girtiyên siyasî yên li Girtîgehan jiyanê bi teşe dikin û bi rêve dibin. J ber vê yekê herî zêde ew ji jiyanê hez dikin. Tu kes ji jiyanê ne bêzar e. Tu kes bi hêzanî xwe nakuje. Wekî Kemal Pîr jî gotibû 'Bi qasî ez di oxira wê de bimirin ez ji jiyanê hez dikim' Ji ber ku têkoşîna jiyanê didin. Ji ber rêyên din ên berxwedanê namînin ji neçarî serî li vê rêbaza greva birçîbûnê û rojiya mirinê didin."
JI BO DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYE KETINE ROJIYA MIRINÊ
Alkan, anî ziman ku ew jî ketiye rojiya mirinê û wiha got: "Kesên dikevin grevê ji bo wan silavek hêz û moral e. Ew mirovên dikevin grevê êdî bi xwarinê xwe têr nakin. Bi fikrê û vînê xwe têr dikin. Daxwazên kesên ketine greva birçîbûnê, daxwazên civakê ne. Yên dikevin çalakiyê ji bo xwe tiştekî naxwazin. Armanc dikin ku li Tirkiye pêşiya demokrasiyê vekin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiye bedena xwe dane ber mirinê û ketine rojiya mirinê. Ev mirov ji bo gelê Tirkiye û demokratîkbûna Tirkiye di grevê de ne. Li aliyê din berteka li dijî cemaweriyê û helwesta hikûmetê ye. Ji bo tecrîd bi dawî bibe û demokrasî pêş bikeve ne tenê girtî hemû cemawerî û rêxistinên demokratîk berpirsiyar in. Kesên ketin grevê ji ber ku cemawerî û hikûmet nabû bersîva wan vê carê dest bi rojiya mirinê kirin. Bi vê yekê dibêjin 'Ne li me, li xwe xwedî derkevin' didin. Kesên dikevin grevê bi hestê xwe tev nagerin. Bi fikra xwe tev digerin. Dema dest bi vê çalakiyê dikin baş hesabê wê dikin. Greva birçîbûnê û rojiya mirinê berxwedanek dîrokî ye. Di serdema me de hevalê herî zêde di rojiya mirinê de li ber xwe da Alî Çîçek 67 rojan li ber xwe da. Lê yên niha ketine rojiya mirinê 20,30 an jî 40 roj in. Em zêde bi fikar in. Ger ku wê daxwazên girtiyan qebûl bikin, bêyî ku mirov jiyana xwe ji dest bidin divê van daxwazan qebûl bikin. Divê hemû kesên bi wîcdanê xwe bêzar dibin tiştekî bikin. Girtî zêde tiştekî naxwazin. Tenê dixwazin Tirkiye zagonê xwe pêk bîne û tecrîdê bi dawî bike."
MA / Mehmet Şah Oruç