AMED - Endamên Meclîsên Jin û Ciwanan ên HDP’ê, bi armanca balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê û rijiya mirinê yên li girtîgehan dewam dikin, meş li dar xistin.
Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçibûnê kir, di roja 180'emîn de dewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtî li girtîgehan di 16’ê Kanûna 2018’an de dest pê kir û ji 1’ê Adarê ve jî, li tevahiya girtîgehan belav bû dewam dike.
15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di greva birçîbûnê de bûn, bi armanca bertekê nîşanî bêdengiya heyî û ne qebûlkirina daxwazên wan bidin, di 30’ê Nîsanê de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê. Li gel vê yekê her roja diçe çalakiyên piştgirî dayîna grevên birçîbûnê zêdetir dibin. Endamên Meclîsên Jin û Ciwanan ên HDP’ê yên Amedê, bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya girtiyan li navçeya Rezan a Amedê meş li dar xistin.
Ciwanên bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan, gotin: “Ciwantiya bûye tirsa herî mezin a faşîzmê, ligel hemû zext û êrîşan, her roj bi dengek bilindtir dadikeve qadan.” Ciwanan piştî qederekê meşiyan, çalakiya xwe bi dawî kirin.