AMED - Çalakgere Rojiya mirinê Abdulhalik Kaplan, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja rojbûna xwe de dest bi rojiya mirinê kir. Bavê Kaplan Nizamettin Kaplan, ani ziman ku ew biryar û berxwedana wî silav dikin. Dayika Kaplan Aysel Kaplan jî xwest dewlet gavan bavêje û dengê Ocalan bê bihîstin.
Çalakiya greva birçibûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kiriye 180 roj li pey xwe hişt. Çalakiya gireva birçîbûnê ku di 16'ê Kanuna 2018'an de dest pê kir, di 1'ê Adarê de li hemû girtîgehan belav bû û niha bi hezaran girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Ji ber ku heta niha hikûmetê gav neavêtiye û tecrîd berdewam dike li 4 girtîgehên cuda 15 girtî di 30'ê Nîsanê de dest bi rojiya mirinê kirin. Çalakiya 15 girtiyan ya rojiya mirinê di roja 7'an de berdewam dike.
Yek ji girtiyên ku dest bi rojiya mirinê kiriye jî Abdulhalîk Kaplan ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye. Abdulhalîk Kaplan di 8'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kir û di 30'ê nîsanê de jî di nava 15 girtiyên siyasî de dest bi rojiya mirinê kir. Kaplan ku di 30'ê Nîsana 1986’an de li navçeya Lîce ya Amedê ji dayik bû, di roja rojbûna xwe de dest bi rojiya mirinê kir.
Kaplan, li dijî şerê DAIŞ'ê yê li Kobanê di sala 2014'an de tev li YPG’ê bû. Kaplan di êrîşa DAÎŞ’ê de birîndar bû û li nexweşxaneyek Tirkiye hat dermankirin. Dema dermankirina Kaplan berdewam dikir bi îdîaya endamê YPG’ê ye binçav kirin û girtin. Piştre 23 sal cezayê hepsê lê birîn.
‘EM BIRYAR Û BERXWEDANA WÎ SLAV DIKIN
Bav Nizamettin Kaplan (62), diyar kir ku ji bo dayik û bavekî rewşek pir zahmet e, lê ji ber ku bi vîna xwe ev biryar stendiye hurmetê nîşan didin û wiha got: “Bi vîna xwe tev li YPG’ê bû. Disa bi vîna xwe dest bi rojiya mirinê kir. Li vî welatî 20 milyon mirov birêz Ocalan wekî Rêberê Gel qebûl dike. Em biryar û berxwedana wî silav dikin. Mafê Ocalan ên zagonî asteng kirin. Zarokên me ji bo mafê Ocalan bê nasîn bedena xwe dan ber mirinê û dest bi rojiya mirinê kirin. Em dixwazin demek berî demekê Tirkiye zagonên xwe pêk bîne. Bêyî ku ji zindanan cenaze derkevin û dilê dayikan bişewite, bêyî agir tekeve malan divê daxwazên zarokên me pêk bînin. Divê hikûmet, partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk bi lez gavan bavêjin. Em di meha Remezanê de ne. Divê bêyî dil bişewitin hikûmet gavan bavêjin. Divê em dengê xwe tev li dengê wan bikin û bêtir dengê wan bilind bikin. Bêyî zarokên me jiyana xwe ji dest bidin divê daxwazên wan pêk bînin."
DIVÊ DAXWAZÊN ZAROKÊN ME PÊK BÎNIN
Dayik Aysel Kaplan (57) jî anî ziman ku wekî her dayikan dilê wê jî dişewite û wiha got: "Tenê daxwazek zarokên me heye. Ew jî dixwazin ku dewlet zagonên xwe pêk bîne û tecrîdê bi dawî bike. Bêyî ku kes jiyana xwe ji dest bide divê daxwazên zarokên me pêk bînin. Divê dewlet gavan bavêje. Divê dengê Birêz Ocalan bê bihîstin. Aşti û çareserî bi bihîstina dengê Ocalan pêkan e. Dilê me dişewite em derdikevin kolanan. Em çawa bêdeng bimînin. Ne pêkan e. Em bêdeng namînin."
MA / Ozgur Paksoy