ENQERE - Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz, diyar kir ku heyeta DYA bi armanca projeya “Herêma Ewle" bi Tirkiye bide qebûlkirin hatiye Tirkiye û wiha got: “Armanca heyetê ewe ku li şûna planek hevpar, biryara DYA ya dawî ku der barê Sûriye de daye ji rayedaran re ragihîne ye."
Piştî ku Nûnerê Taybet ê DYA yê Sûriye James Jeffrey Tirkiye ziyaret kir, yekîneyên Artêya Sûriye ya Azad (OSO) ku girêdayî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) e, Kurdên Efrînê yên li gundê Malîkiye û Maranaz ên Herêma Şahba bi cih bûne da ber topbaranê. Rejîma Sûriye jî nokteyên çavdêriyê yên TSK’ê ku di bin navê “Herêma Sistkirina Rageşiya Idlibê" hatine avakirin û baragehên eskerî bombe kir.
TSK'ê piştî ziyareta James Jeffrey a li Tirkiye herêma kurdan bombe kir. Ev yek jî bû sedema şiroveyên ku êrîş bi agahiya DYA pêk hatiye û Tirkiye û DYA li ser êrîşan li hev kirine. Têkildarî geşedanên li herêmê û ziyareta Jeffrey a Tirkiye, Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz, ji Ajansa Mezopotamya re nirxandin. Pekoz, anî ziman ku Tirkiye hêza xwe ya li herêmê winda kiriye û wiha got “Heyeta DYA ji rayedarên hikûmetê re got ‘Em ê plana xwe têxin meriyetê. Hûn jî dê li gorî me tev bigerin. Ji xeyni wê rêyên we tune.' Ji bo vê peyamê bidin Tirkiye hatin Tirkiye. Heyeta DYA ne ji bo planên xwe yên hevpar bi Tirkiye re parve bike hat Tirkiye, Dijberî ku planan parve bike, hatin ku biryara DYA ya der barê Sûriye de ji rayedarên hikûmeta Tirkiye re ragihînin. Xwestin pir zelal û aşkere projeya DYA ya der barê "Herêma Ewle" bi Tirkiye bidin qebûlkirin. Ji bo Tirkiye li gorî vê yekê tev bigere û zextan li ser Tirkiye bimeşînin hatin."
‘GUMANA KU LI DIJÎ SÛRIYE OPERASYONÊ PÊK BÎNE NEMA'
Pekoz, destnîşan kir ku ji niha û şûnde gumana ku Tirkiye li dijî Sûriye operasyonê pêk bîne nemaye û wiha got: "Tirkiye bi helweşînek mezin a aboriyê re rû bi rû ye. Di rewşek wisa de ne rasteqîne ku Tirkiye li Sûriye lîstikê bilîze. An jî ne pêkan e ku li Sûriye sazumankariya lîstikê bike. Ev ji bo Tirkiye ne pêkan e. Niha li Idlibê bi awayekî şênber şer heye. Lê dengê Tirkiye dernayê. Her roj ji bo minbiçê digotin 'emê îro sibê biçin, îro sibê biçin. Lê heta niha neçûn li wir bi cih nebûn. Wekî ku tu pirsgirêka Tirkiye ya Minbiçê çênebûye tev digerin. Dîsa her dem gotin 'Em ê derbasî Rojhilatê Firatê bibin.' Lê niha dibêjin em jî dikarin li Rojhilatê Firatê di nava 'Herêma Ewle' de cih bigirin.
Ev daxwaza wan jî nayê qebûlkirin. Di encamê de Tirkiye wê denê li ser sînorê xwe û Sûriye turan bavê."
ÊRÎŞA LI DIJÎ BARAGEHÊN ESKERÎ YÊN TIRKIYE NE JI RÊZÊ YE
Pekoz, bal kişand ser êrîşa Rejîma Sûriye ya li dijî nokteyên çavdêriyê yên TSK’ê û wiha lê zêde kir: "Rejîma Sûriye jî nokteyên çavdêriyê yên TSK’ê ku di bin navê “Herêma Sistkirina Rageşiya Idlibê" hatine avakirin û baragehên eskerî bombe kir. Ev êrîş ne tesedefî ne. Ev êrîşa li dijî nokteyên çavderiyê yên TSK'ê û baragehên eskerî yên Tirkiye bi plan û zanebûn e. Ji ber ku li herêma şer lê geş dibe li Hamayê baragehên Tirkiye hene. Tirkiye di milê eskerî de hêzek li vir danîye. Li vir piştgiriyê dide Rêxistinên Îslama Radîkal. Bi vê êrîşa bi vî rengî Tirkiye hişyar dike. Dîsa Wezîrê Karên Derve yê Sûriye got 'Wê bihostek axa me jî di destê Tirkiye de nemîne. Em ê hemû axa xwe ya Tirkiye dagir kiriye paşve bistînin. Ji bo vê yekê emê hemû amûrên xwe yên şer têxin meriyetê.'
Dîsa êrîşa li dijî nokteyên çavdêriyê yên Tirkiye bi agahiya Îran û Rusya pêk hatiye. Ev operasyon bi erêkirina wan pêk hatiye. Li wir balafirên şer ên Sûriye ji ser Lazkiye rabûn. Operasyon ne tenê bi topbaranê pêk hatiye. Di heman demê de balafirên şer ên Rûsya li navendên stratejik xistin."