STENBOL - Karkerê înşaetê Tuncer Saglam ê dema li Rîze kar dikir hat girtin û di 1'ê Adarê de tev li çalakiya greva birçîbûnê bû, piştî hat berdan li malê çalakiya xwe berdewam dike. Saglam, diyar kir ku ew bi vê çalakiyê bêtir bi hêz dibe û wiha got: "Divê her kes li dora çalakiya zindanan bibe xelekek ji agir.
Karkerê înşaetê Tuncer Saglam dema li Rîzeyê karê înşaetê dikir, ji ber parvekirinên medya civakî hat girtin. Saglam, piştî hat girtin di 1'ê Adarê de tev li çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bû. Saglam, piştî hat berdan li malê jî çalakiya xwe berdewam dike. Saglam ku bi eslê xwe ji Wanê ye û bi salan berê ji bo debarê bike koçî Stenbolê kir, li Navçeya Esenyurt a Stenbolê bi cih bû. Saglam zewiciye û bavê 5 zarokan e. Saglam, di sala 2018'an de li Navçeya Guneysu ya Rîzeyê dest bi karê înşaetê kir. Di 11'ê Kanûna 2018'an de polîsan bi ser mala wî ya Rizeyê de girt û ew binçavkirin. Heyeta dadgehê bi hinceta li ser medya civakî agahî parve kirine bi îdîaya “propaganda rêxistinê" û “Heqaret li Serokomar kirine" girtin û şandin Girtîgeha tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê.
LI MALÊ ÇALAKIYA GREVÊ BERDEWAM DIKE
Saglam, piştî çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê dest pê kir, çend caran 10 rojan bi awayekî dorveger ket grevê. Saglam, di 1'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Saglam di 26'ê Nîsanê de derket pêşberî dadgehê û di danişîna yekemîn de, heteya dadgehê bi hinceta "Propaganda rêxistinê kiriye" 3 sal û 10 meh û 25 roj ceza lê birî û serbest berda. Saglam niha li mala xwe ya Esenyurtê çalakiya xwe berdewam dike.
'TENÊ DAXWAZEK ME HEYE: BILA TECRÎDKIRINA LI ÎMRALIYÊ
Saglam, anî ziman ku çalakiya xwe bi biryarek mezin berdewam dike û wiha got: "Tenê daxwazek me heye. Ew jî rakirina tecrîda li Îmraliyê ye. Tu aliyê hiqûqî û zagonî yê tecrîdê tune ye. Ev çamatilet wîcdanî ye. Tecrîd tenê li ser gelê Kurd nayê meşandin. Li ser hemû gelê Rojhilata Navîn tecrîd heye. Li ser hemû gelê bindest û demokrat tecrîd heye. Hemû gelê welatparêz û demokrasiyê diparêze, divê li dijî tecrîdê û li dora girtiyên zindanan bibin xeleka ji agir. "Piştî min dest bi grevê kir ez bêtir xwe aram û bi hêz hîs dikim. Heta ku Birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin neke em dest ji çalakiyê bernadin. Hevdîtina Birêz Ocalan a bi parêzer û malbatê re ne tiştekî zor e. Mafekî hiqûqî û zagonî ye. Tu astengî li pêş tune. Tu hincet û sedem nayên qebûlkirin. Ger ku em naxwazin cenaze ji zindanan derkevin divê em tev li dora vê çalakiyê û van daxwazan bibin xeleka ji agir. Hevala me Leyla Guven 179 roj derbas kir. Hevalên me yên din 140 roj derbas kirin. Ma divê em heta kengî rawestdin. Ger ku em naxwazin darbest derkevin divê em demek berî demekê li doza girtiyên zindanan bibin xelek. Em vê yekê qebûl nakin. Ev çalakiya me çalakiyek bi rûmet e. Ji bo aştî û edalet bê Tirkiye em ji mirinê re jî amade ne. Em ji mirinê natirsin.
DEWLET BERPIRSIYAR E
Ez bang li her kesî dikim ku li dora çalakgerên li zindanan bibin xeleka ji agir. Heta ku bê biryarî û helwesta lawaz bidome zext û tundiyê jî wê bidome. Berpirsiyarê geşedanên neyînî dewlet û Wezîrê Dadê ye. Em êdî naxwazin ku dayik hêsiran bibarînin. Em aştî, edalet û demokrasiyê dixwazin."