* Serokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya 78'an a Amedê Ganî Alkan ku di sala 1984'an de 40 rojin di rojiya mirinê de ma, bal kişand ser armanca çalakiya rojiya mirinê û wiha got: “Dema ku cemawerî bi qasî tê xwestin li çalakiyê xwedî derneket û hikûmet bersîv nade me dest bi rojiya mirinê kir. Yekem car di serdema darbeya 12'ê Îlona 1980'an de li Zindana Hêjmar 5 a Amedê li dijî îşkenceyê girtiyên siyasî û PKK’ê di 14'ê Tirmeha 1982’an de dest bi rojiya mirinê kirin.
* Çalakgere Rojiya mirinê Abdulhalik Kaplan, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja rojbûna xwe de dest bi rojiya mirinê kir. Bavê Kaplan Nizamettin Kaplan, ani ziman ku ew biryar û berxwedana wî silav dikin. Dayika Kaplan Aysel Kaplan jî xwest dewlet gavan bavêje û dengê Ocalan bê bihîstin.
* Karkerê înşaetê Tuncer Saglam ê dema li Rîze kar dikir hat girtin û di 1'ê Adarê de tev li çalakiya greva birçîbûnê bû, piştî hat berdan li malê çalakiya xwe berdewam dike. Saglam, diyar kir ku ew bi vê çalakiyê bêtir bi hêz dibe û wiha got: "Divê her kes li dora çalakiya zindanan bibe xelekek ji agir.
* Ersîn Somer ê li Girtîgeha Sincanê 103 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, bi rêya malbatê peyam şand û got: “Ger hûn dengê xwe bilind bikin emê bi ser bikevin." Dayika Somer Muhbet Somer jî got: "Bedela wê çi dibe bila bibe em li pişt daxwazên zarokên xwe nin û emê ji bo daxwazên wan têbikoşin.
* Dadgeha Îstînafê biryara Dadgeha Herêmî ya daxwaza tazmînatê ya li malbata 2 endamên PKK'ê vekiribû û xwestibû bidin malbata polîs Mursel Hacioglu nirxand. Dadgefa Îstînafê biryara redê ya dadgeha herêmî xera kir û xwest ji nûve malbatên PKK'îyan bên darizandin.
* Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz, diyar kir ku heyeta DYA bi armanca projeya “Herêma Ewle" bi Tirkiye bide qebûlkirin hatiye Tirkiye û wiha got: “Armanca heyetê ewe ku li şûna planek hevpar, biryara DYA ya dawî ku der barê Sûriye de daye ji rayedaran re ragihîne ye."
* Malbatên ku zarokên wan li dijî tecrîdê di greva birçibûnê de ne wê çalakiyên xwe li ber Girtîgehên Tîpa L a Bakirkoy, Girtîgeha tipa M a Gebze, li pêş Edliyeya Edeneyê û li Qada Esenyurtê berdewam bikin. (12.00-19.00)
* Ciwanên Kedê, bi minasebeta salvegera 6'ê Gulana 1972'an ku Rêberê THKO Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan hatin darvekirin, wê ji Taksim'ê heta Dolmabahçe kom bibin û bimeşin. (18.00)