NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Rêxistina Taliban li Efganîstanê li dijî Midûriyeta Polîsan êrîş pêk anîn. Di êrîşê de 13 polîs hatin kuştin û 55 kes jî birîndar bûn.
Li Bajarê Baglan ê Bakurê Efganîstanê Hêzên Rêxistina Talîbanê li dijî Midûriyeta Polîsan a bajar êrîş pêk anî. Di êrîşê de 13 polîs hatin kuştin û 55 kesan jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Karên Hundir a Efganîstanê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku kesekî di ketina midûriyeta polîsan de êlekê bombeya li ser xwe teqandiye û 7 êrîşkarên bi çek jî ketine avahiyê û di avahiyê de şer kirine. Wezaretê anî ziman ku di bûyerê de 13 polîs hatin kuştin û 35 polîs û 20 sivîl birîndar bûne. Wezaretê anî ziman ku 7 kesên êrîş kirine jî bê bandor hatine kirin.