NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê li dijî Gazze ya Fîlîstênê êrîş pêk anî. Di êrîşê de heta niha 16 welatiyên Fîlîstînê jiyana xwe ji dest dan.
Dewleta Îsraîlê li dijî bajarê Gazze yê Fîlîstînê êrîş pêk anî. Di êrîşê de hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dan zêde dibin. Di êrîşê de yek jê jina ducanî 4 welatiyên Filistin jiyana xwe ji dest dan. Ji duh heta îro kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan, gihişt 16 kesan. Wezareta Tenduristiyê ya Gazze daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku Artêşa Îsraîlê li dijî navenda Gazze êrîşa hewayî pêk anîye û di êrîşa hewayî de ji heman malbatê Muhammed Abdunnebi Ebu Armane (30) û Mahmud Semir Ebu Armane (27) jiyana xwe ji dest dan. Wezaretê anî ziman ku di êrîşan de heta niha 105 welatiyên Fîlîstinê birîndar bûn. Wezaretê destnîşan kir ku piştî Muhammed Abdunnebi û Mahmud Semir jiyana xwe ji dest dan ji duh ve hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 16 kesan.