RIHA – Derket holê ku Amîrê DAÎŞ’ê yê Tirkiye bê bi kodê "Ebu Ubeyde" Îlyas Aydin di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ye. Aydin, di doza sereke ya DAIŞ'a Stenbolê de wekî “Rêberê Rêxistina Stenbolê" derbas dibe.
Derket holê ku Amîrê DAIŞ'ê yê Tirkiye yê bi kodê "Ebu Ubeyde" Îlyas Aydin di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ye. Aydin di operasyona li diji Dêra Zorê de hat binçavkirin û girtin. Aydin, di doza sereke ya DAIŞ'a Stenbolê de wekî “Rêberê Rêxistina Stenbolê" derbas dibe. Aydin ji komkujiyên Pirsûs, Enqere û 5 çalakiyên cuda wekî sucdar tê darizandin. Dîsa di kuştina eskerên Tirkiye Sefter Taş û Fethî Şahîn ên li sînorê Kilîsê di 1'ê Îlona 2015'an de hatin revandin de cihê xwe girtiye.