STENBOL - Serokê Konseya Navendî ya TTB’ê Sînan Adiyaman di panela “Girtîgeh, grevên birçîbûnê-Îzolasyon û Bijîştî” de axivî û got: “Li welat bêhiqûqiyek mezin heye.” Prof. Dr. Îbarhîm Kaboglû jî, diyar kir ku berpirsiyartiya dewletê ya li hemberî girtiyan qat bi qat zêdetire.
Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), li Odeya Bijişkên Stenbolê ya li Cagaloglû panela “Girtîgeh, grevên birçîbûnê-Îzolasyon û Bijîştî” lidar xist. Serokê Konseya Navendî ya TTB’ê Sînan Adiyaman û serokê wê yê kevin Raşît Tukel, Parlementera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû, Hevberdevkê HDK’ê yê berê Onûr Hamzaoglû, Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, bijîşkên endamên TTB’ê û gelek kes beşdarî panelê bûn.
‘GREV NE ÎNTIXARIN, AWAYEKÊ ŞERMEZAR KIRINÊ YE’
Serokê Konseya Navendî ya TTB’ê Sînan Adiyaman, di vekirina panelê de axivî û wiha got: “Ji bo bijîşkan jiyan pîroze. Ji bo hemû kesan jiyan pîroze. Jiyan ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de jî pîroze. Niha gelek hikumxar di greva birçîbûnê dene. Bêhiqûqî li welat belav bûye. Em tenê tiştekê dixwazin ew jî hiqûqe. Grevên birçîbûnê ne întixarin, awayekê şermezar kirinê ye. Em hewl didin bi Wezareta Dadê re bikevin nava têkiliyê, lê bi tu awayê bersiv ji bo vê hewldana me nayê dayîn.”
‘BERPIRSIYARTIYEK KU MIROVAN BANDOR BIKE’
Dr. Samet Menguç moderatoriya rûniştina destpê kê ya panelê kir. Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglû, Doç. Dr. Ferda Keskîn û Endama Desteya Rêveber a Komeleya Civaka Sîvîl a Pergala Înfazê ya Ceza (CÎSST) Berîvan Korkût di panelê de mafê axaftinê girtin û axivîn.
Menguç, diyar kir ku ew di pêvajoyek xemgîn re derbas dibin û wiha axivî: “Ew bi pirsgirêkekê ku hemû civak û mirovahiyê bi bandor bikin re, rû bi rû ne. Grevên birçîbûnê û rojiya mirinê…Gel em çawan dikarin mudaxilê vê pirsgirêkê bibin, emê çawan karibin ji heq derkevin û emê çawan karibin derbas bikin? Me xwest li ser vê em panelekê li dar bixin.”
‘CEZA AMÛRÊ TOL HILDANÊ YE’
Endama Hindekariya Zanîngeha Bîlgî Prof. Dr. Ferdan Keskîn dûre mafê axaftinê girt û wiha bilev kir: “Dinavbera rojiya mirinê, grevên birçîbûnê û girtîgehê de têkiliyek girîng heye. Dema ku em li dîrok saziya girtîgehê mêze dikin, em dibînin ku ev tiştk nûye. Pratîka girtinê di sedsala 18’emîn de dest pê kiriye. Dema em li dîrokê mêze dikin, cezakirin amûra tol girtinê ye.”
‘GIRTIYAN DAVÊJIN HUCREYAN’
Bêrîvan Korkût jî, anî ziman ku hejmara girtiyan derketiye 250 hezaran û wiha axivî: “Hejmara girtiyên jin jî 10 hezare. Tirkiye di warê hejmara girtiyan di rêza 36’emîn a cîhanê deye û di Ewropa de jî di rêza 3’yemîn deye. Di rêza Yekitiya Ewropayê de jî, Tirkiye di rêza 42’yemîn a welatan de cih digire. Li girtîgehên Tirkiyeyê, girtiyan davêjin hucreyê.”
‘BERPIRSIYARTÎ DI DESTÊ DEWLETÊ DEYE’
Îbrahîm Kaboglû jî, li ser mafê girtiyan axivî û wiha got: “Berpirsiyartiya dewletê ya li hemberî girtiyan qat bi qat zêdetire. Berpirsiyartiya jiyana girtiyan di destê dewletê deye. Dema kes tê girtin, dibe ku azadiya wî ya beden-fîzîkî jê bê girtin, lê azadiya wî ya raman û fikier her berdewam dike. Ji ber vê di warê rûmetê de wekhevitiya wî/wê heye. Ger dewlet li dijî vê derkeve, wê demê bihiqûqiyê dike.”