STENBOL - Malbatên girtiyên li Girtîgeha Bakirkoy a Stenbolê, bi armanca piştgiriye bidin çalakiya girtiyan xwestin li pêş girtîgehê çalakiya xwe berdewam bikin. Lê polîsan dîsa destûr neda. Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan bertek nîşanî polîsan da û got: "Berdin bila însan daxwaz û fikrên xwe bînin ziman, dengê xwe bilind bikin û biqîrin." Polîs jî got “Em berdidin ku li maçên sporê dengê xwe bilind bikin. Biçin li wir biqîrin." Dayikan bertek nîşanî polisan dan û gotin emê sibê dîsa bên.
Malbatên girtiyan bi armanca tecrîdê şermezar bikin û piştgiriyê bidin çalakiya zarokên xwe yên li Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Bakirkoyê di grevê de ne, îro jî li pêş girtîgehê çalakî li dar xistin. Malbat li Rawestgeha Otobusan a Sîteya Zarokan a li ser Rêya E5'an kom bûn. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Ocalan, Zuleyha Gulum û parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) jî piştgirî dan çalakiya malbatan.
RÛNIŞTIN LI GORÎ ÇI QEDEXE YE?
Malbat dema bi dirûşmeya “Bijî berxwadana zindanan” ber bi girtîgehê ve meşiyan, polîsan bi barîkatê pêşiya malbatan girt û destûr nedan ku malbat bimeşin. Parlamenterên HDP'ê astengiya polîsan rexne kir û xwestin astengiyê li pêş meşê rakin. Wekîlên HDP’ê diyar kirin ku ev astengî li dijî hiqûqê ye. Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum bertek nîşanî polîsan da û got: "Ma kîder rûniştinê qedexe ye? û xwest polîs barîkata li pêş malbatan rakin.
Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan jî bertek nîşanî polîsên ku gotin 'Yên girtî bersûcê terorê ne' da. Ocalan, “Sibê ne diyar e ku kî ji sûcên terorê bên darizandin. 5 sal berê yên pêşiya me digirtin û mudaxaleyên bûyerên civakî dikirin îro ji wan bi sedan kes girtî ne. Ew kesên li gel we dixebitîn û bi were mesaî dikirin îro bi sûcê terorê tên darizandin û tev girtî ne."
POLÎS: EZ FERMANÊ DIDIM
Ocalan diyar kir ku tu eleqeya vê barîkatê bi ewlehiyê tune û got: "Em dizanin hûn bi fermanê dixebitin. Li stenbolê kesên bên vî bajarî têxin talukeyê tune ye." Polîs jî got: “Ez Midûrê polîsan im. Ez fermanê didim."
Omer Ocalan jî xwest ku malbat û dayikên 60-70 salî daxwazên xwe û fikrên xwe bînin ziman. Ji bo aştî û demokrasiyê diqîrin." Li ser vê gotina Ocalan polîs got: “Em destûr didin ku li maça futbolê biqîrin. Herin li maçê heta hûn dixwazin biqîrin."
Dema niqaşa di navbera malbat û palîsan de berdewam dikir rojnamegeran jî xwest wan dîmen û niqaşan qeyd bikin. Lê polîsan destûr nedan ku rojnameger nûçeyê bişopînin û rojnameger ji qadê dûr xistin. Piştî niqaşa demekê malbatan dest bi çalakiya rûniştinê kirin û dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin û dawî li çalakiyê anîn. Malbatên ku piştî çalakiya rûniştinê ber bi Qada Şirinevlerê ve dest bi meşê kirin û drûşme berz kirin, rastî eleqeya ajokarên maşîneyan hatin. Ajokarên maşîyên kolanê bi korneran piştgirî dan malbatan. Malbatan diyar kirin ku ew dê sibê dîsa bên li qadê çalakiya xwe berewam bikin û dawî li çalakiyê anîn.