WAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de li avahiya HDP’ê ya Wanê destpê kirin, koma 9’emîn dewr girt.
Xizmên girtiyan bi armanca bertek nîşanî bêdengiya hikumetê ya li hemberî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bidin li avahiya HDP’ê ya Wanê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Îro koma 9’emîn çalakî dewr girt.
‘BANG ME JI BO HER KESÊ YE’
Songul Kaçmaz a dinava koma çalakî dewr girt de axivî û wiha got: “Em rêhevalên Mezlûman û Leylayane. Me tu carî serî ne tewand û emê ne tewînin. Ji bo ku em bibin dengê Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê dene, me çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dewr girt.”
Fazîle Polat jî, bal kişan ser çalakiya greva birçîbûnê û wiha axivî: “Ev banga me ji bo her kesî ye. Di vê meha Remezanê de bila hemû kes destên xwe danin ser wijdanê xwe û dengê xwe derxînin. Em weke dayikan, naxwazin yek zarok jî jiyana xwe ji dest bidin. Berî ku mirin pêk werin divê gav bê avêtin.”
Dayika Cîhan Tamûr û Mahsûm Tamûr ên li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê dene Hanîfe Tamûr a 56 salî, dayika girtiya jin Necla Atak Emîne Atak a 55 salî, dayika Îbrahîm Yonden ê ji 1’ê Adarê ve digreva birçîbûnê deye Fehîme Onden jî, di nav de 9 xizmên girtiyan çalakiya greva birçîbûnê ya koma 9’emîn dewr girt.
Greva birçîbûnê ya dorveger berdewam dike, rastî eleqeyek mezin a ziyaretvanan tê.