RIHA - Çalakiyên nobetê yên xizmên girtiyan li navçeyên Wêranşar û Pirsûsê yên Riha dabûn destpê kirin, dewam dikin. Parlementera HDP’ê Ayşe Surucu ya çû serdana dayikan got: “Berxwedana greva birçîbûnê de bi serkeftinê bi encam bibe.”
Çalakiya nobetê ya xizmên girtiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê dene, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wêranşarê dabûn destpê kirin, di roja 8’emîn de dewam dike. Di nava rojê de gelek kes dayik û xizmên girtiyan ziyaret dikin.
DAYIKÊ ZÊMAR LORAND
Parlamentera HDP’ê ya Riha Ayşe Surucu îro dayik ziyaret kirin. Surucu di serdana xwe de axaftinek kurt kir û wiha got: “Berxwedana greva birçîbûnê dê bi serkeftinê bi encam bibe. Em ligel çalakgerane. Berpirsê mirinên rû bidin, AKP û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogane. Ev çalakiya dayikan girînge. Dewlet ji têkoşîna dayikan ditirse. Ji bo wê êrîşî dayikan dike. Emê li hemberî van êrîşan tu carî paşve gav ne avêjin.”
Piştî axaftina Surucu, dayikan zêmar lorandin û ev rewş bû sedema kêliyên bi hestiyar.
Li aliyê din, çalakiya nobetê ya li avahiya navçeya HDP’ê ya Pirsûsê jî, dewam dike. Ligel hemû astengiyên polîsan jî çalakî di roja 9’emîn de dewam dike. Serdana welatiyan a ji bo dayikan dewam dike.