AMED - Malbata Ayten Becet a li Girtîgeha Gebze bi armanca tecridê şermezar bike dawî li jiyana xwe anî, di roja 179'emîn a çalakiya bêdem û bêdorveer de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ziyaret kir.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike, 179 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye li ber xwe dide. Ziyaretên ji bo Guven berdewam dikin. Malbata Ayten Becet a di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa M a Jinan a Gebzeyê bi armanca tecrîdê şermezar bike dawî li jiyana xwe anî, ji Dîlokê hatin Amedê. Malbata Ayten Becet ku hatin Amedê çûn malbata Leyla Guven û Guven li malê ziyaret kirin û piştgirî dan çalakiya wê.