ENQERE - Serokê Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Sînana Adiyaman, diyar kir ku ewê cezayê girtîgehê yê ji bo 11 bijîşkên gotin “Şer pirsgirêka tenduristiya gelekê ye” hat birîn îraz bikin û got: “Heya dawiyê em têbikoşin. Emê dûr serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bidin.”
Ji bo 11 endamên Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) ên di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de daxuyaniya “Pêkane ku em li ser vê axê dinava aştî û yekîtiyê de bijin” û di 24’ê Çileya 2018’an de daxuyaniya “Şer pirsgirêka tenduristiya gelekê ye” dan, bi hinceta “Gel teşwîqî kîn û dijminantiyê kirin” 20 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Serokê Konseya Navendî yê TTB’ê Sînan Adiyaman, ev biryara dadgehê nirxand. Adiyaman, diyar kir ku ew bijîşkin û wiha axivî: “TTB mecbûre ku li gorî nirxên tip a gerdûnî tevbigere. Ev jî parastina jiyanê ye. Ev ne daxuyaniya me ya kemîn bû. Bi salane em dibijin şer pirsgirêka tenduristiya gelekê ye. Lê bi îdîaya propagandeya rêxistinê kirin derbarê me de lêpirsîn vekirin û em binçav kirin. Nêzî heftiyekê em dibin çavan de man. Em jiyanê diparêzin û li dijî mirinê ne.
‘LIGEL KU TU DELÎL NEHATIN DÎTIN JÎ EM CEZA KIRIN’
Adiyaman, anî ziman ku di danişînê de tu delîl nedin û wiha got: “Ligel ku tu delîl nedîtin jî, dîsan em ceza kirin. Divê dadgeh serbixwe bidin. Lê mixabitin dadgeh dibin kontrolê dene. Hikumet dixwaza TTB’ê bigire. Lê ev ne mimkune. TTB saziyek qanûniye û ji bo bê girtin divê Qanûna Bingehîn bê guhertin. Lê rastiyê de pergalên faşîst guh nadin qanûna û dikarin her tiştî bikin. Saziya me tenê bi fermanekê dikare bê girtin. Îro TTB 150 hezar bijîşkan temsîl dike û em bi tayînkirinê nehatine ser vî karî. Ji ber vê hêza kesekê têrê nake ku TTB’ê bigire.”
‘HEYA DAWIYÊ EMÊ TÊBIKOŞÎN’
Adiyaman, da zanîn ku piştî biryara dadgehê, gelekk peyamên piştgiriyê girtine û wiha bilêv kir: “Emê vê biryarê îtîraz bikin. Em vê biryarê qebûl nakin. Li holê tu delîl tuneye. Ev cezakirina raman û fikrên azade. Em di wê baweriyê dene ku li dadgeha îstînafê ev biryar bê betalkirin. Emê heya dawiyê li ber xwe bidin. Piştî ku hiqûqa navxweyî bi dawî bû em ê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) bidin.
‘HIQÛQ LI DERVE Û GIRTÎGEHAN NAYÊ BI CIH ANÎN’
Adiyaman, dest nîşan kir ku rewşa Tirkiyeyê ya niha li holê ye û wiha pê de çû: “Krîza aborî pir mezin bûye. Hema bêje Tirkiyeyê bi hemû cîranên xwe re di nava şer deye. Li Tirkiyeyê ji bo ku mirov mafên xwe bi dest bixin di greva birçûbûnê dene. Pergaleke hiqûqî nayê bi cih anîn. Li girtîgehan û derve qanûn nayê bi cih anîn. Tirkiye bi rêveberiya yek zilamî tê bi rêve birin. Lê me di hilbijartinên herî dawî de dît ku ev li Tirkiyeyê nayê qebûl kirin. Li gelek bajaran partiyên mûxalîf qezenc kirin. Divê parlamentoya demokratîk li Tirkiyeyê bê avakirin.”
‘WEZARETA DADÊ BERSIV ERÊNÎ NEDA ME’’
Adiyaman, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên dewam dikin û wiha got: “Em rêzê didin daxwazên takesesî yên mirovên dest bi greva birçîbûnê kirine. Ev pir zelale. Di kêliya dawî de jî mirov nikare mudaxileyê xwarina wan bike. Derbarê vê yekê Danezana Malta, Protokola Stenbolê hene. Di salên 2000’î de, weke şandeyên serbixwe em diketin girtîgehan û em rewşa girtiyan dişopandin. Lê niha destûr nadin vê yekê. Derbarê grevên birçîbûnê de me bi Wezareta Dadê re hevdîtin kir. Lê Wezareta Dadê heya niha tu bersiv ne daye me.”
‘DIVÊ PERGALA HIQÛQÎ LI GIRTÎGEHAN BÊ BI CIH ANÎN’
Adiyaman, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dem bi dem girtî daxwaza şandeyên bijîşkên serbixwe dikin. Ji bo kontrolkirina vîtamînên rêveberiya girtîgehê didin wan. Hemû bangên me bê bersiv dimînin. Li Tirkiyeyê bêdengiyek heye. Ev ne raste. Divê demildest ev pirsgirêk bê çareserkirin. Ji bo ku ev pirsgirêk çareser bibe, divê pergala hiqûqî li girtîgehan pêk were.”
MA / Zemo Aggoz